Li Qoserê hezaran ji bo Kobanê rabûn ser piyan

Li Qoserê hezaran ji bo Kobanê rabûn ser piyan

Li navçeya Qosera Mêrdînê bi beşdariya hezaran kesî mitîngeke mezin di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim got: “Berxwedana Kobanê parastina hemû nirxên mirovahiyê ye. Sembola nirxên azadî û demokrasiyê ye.” Piştî mitîngê polîsan êrîşê gelê ku dixwest bimeşe kirin. Bûyerên li navçeyê berdewam dikin.

Çalakiya li Qoserê bi pêşengiya DOKH’ê li Qada Newrozê bi beşdariya hezaran kesî hate lidarxistin. Gelek kes ji navçeyên Dêrika Çiyayê Mazî û Şemrexê jî tevlî çalakiyê bûn.  Bi diriûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” û “Bijî Serok Apo” meş hate lidarxistin.

Polîsên Tirk dor li navend û cihê mitîngê girtin. Gava girse gihişt qada mitîngê polîsan ji bo kontrolkirinê bend danîn. Parlementara HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turkû Hevşaredara Qoserê Leyla Salman û rêveberên DBP’ê jî tevlî çalakiya girseyî bûn.

Dika mitîngê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şervanên Kurd ên ku di berxwedana Kobanê de jiyana xwe ji dest dane Arîn Mîrxan û Diyar Bagok, alên YPG, KCK, PKK û pankarta “Bijî Berxwedana Kobanê hate xemilandin. Di çalakiyê de al û flamanên Kurdistanî hatin vekirin û dirûşimên “Bijî  Serok Apo”, “Bijî YPG/YPJ” û “Bijî Berxwedana Kobanê” hatin gotin.,

Mitîng bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê dest pê kir û sîrûda “Çerxa Şoreşê” hate gotin. Koma Dengê Jinên Azad a Navenda Çandê ya Elî Temel a Qoserê konserek dan girseya gel.

Hevserokê DBP’ê yê Qoserê Kemal Ece destpêkê axivî û diyar kir ku niha her çar parçeyên Kurdistanê bi Kobanê re ne û  da zanîn ku hemû Kurdên cîhanê li derdora Kobanê bûne yek.

RÊXISTINÊN KURD NE TERORÎST IN

Piştre Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk diyar kir ku Kurd li Kobanê azadiya xwe diparêzin û got: “Kurdan tu carî axa tu kesî dagir nekiriye û axa xwe diparêzin.”

Turk diyar kir ku rêxistinên Kurd ne terorîst in û wiha axivî: “Kesên ku xwedî polîtîkayeke qirêj û Kurdan û rêxistinên Kurdan weke terorîst bi nav dikin bila baş bizanin ku rêxistinên Kurdan parêzvanên maf û azadiya xwe ne.”

HÊZÊN KURDISTANÊ PÎROZ DIKIM

Turk diyar kir ku heta Kurd azad nebin wê Rojhilata Navîn azad nebe û got ku ew hemû hêz û pêkhateyên siyasî yên Kurdistanî ku ji bo Kobanê li hev kom bûne pîroz dikin.  Ahmet Turk banga xurtkirina yekitiya neteweyî li gel û rêxistinê Kurdistanî kir.

KOBANÊ SEMBOLEKE GERDÛNÎ YE

Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê bi bîr xist ku berxwedana Kobanê nrixên mirovahiyê diparêze. Gulser Yildirim got: “Berxwedana Kobanê parastina hemû nirxên mirovahiyê ye. Sembola nirxên azadî û demokrasiyê ye. Yildirim diyar kir ku Kobanê semboleke gerdûnî ye.

POLÎSAN JINEKÊ DERB KIR

Polîsên ku ji bo kontrolê bend danîbûn, jina bi navê Wesîle Çelîk a ku cilên kesk, sor û zer li xwe kiribû, ji aliyê polîsan ve hate derbkirin. Ji ber derbeyên polîsan milê Çelîk şîn bûn.

Li aliyeke din, hate ragihandin ku polîsan êrîşê girseya gel a ku xwest piştî mitîngê bimeşe kir. Bûyerên li navçeyê berdewam dikin.