Li Qanada û Japonyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Qanada û Japonyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Li Qanada û Japonyayê çalakiyên ji bo Kobanê
Di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li bajarê Qanada Toronto û paytexta Japonya Tokyoyê çalakî hatin lidarxistin.
Li bajarê Qanada Torontoyê, Komeleya Çanda Kurd meşek organîze kir. Nêzî 700 kes, li ber Konsolosiya DYA hatin cem hev û li yek ji kolanên navenda bajêr Dandas Suqu dest bi meşê kirin. Meşa li navenda bajêr rastî eleqeyeke mezin a çapemeniya Qanada jî hat.
Di mîtînga li dû meşê de, parlamenterê berê Jim Kiriciyanis axaftinek kir û berxwedana li Kobanê silav kir.
Di çalakiyê de zarokan bi wesîleya Roja Kobanê balon firandin. Meş û mîtîng piştî daxuyaniyê bi stranan bi dawî bû.
LI TOKYO MÎTÎNG
Li paytexta Japonya Tokyoyê Kurdistaniyan bi karkerên Japon re ji bo Kobanê çalakî lidar xistin.
Çalakiya li Parka Hibiya Koen a li Tokyoyê, saet di 11:00 de destpê kir û saet di 15:00 de bi dawî bû. Li ser navê Kurdan Cem Zengîn li çalakiyê axivî û got, "Berxwedana Kobanê ket roja xwe ya 49. Çeteyên DAIŞ'ê, di serî de Kobanê êrîî tevahiya gelê Kurd dikin. Em vê şermezar dikin."
Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî û Japonî dirûşma "Bijî Berxwedana Kobanê" hat qîrîn. Bi vê çalakiyê re ji bo Kobanê kampanya alîkariya madî destpê kir.