Li pênc navendên Fransayê çalakiyên Kobanê

Li pênc navendên Fransayê çalakiyên Kobanê

Li bajarên Strasbourg, Montpellier, Rennes, Duarnenez û Marsîlya yên Fransayê di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi beşdariya hezaran kesî meş û mîtîngên girseyî hatin lidarxistin

STRASBOURG

Bi hezaran kes di çarçoveya “Roja Kobanê” de li bajarê Strasbourgê hatin gel hev û çeteyên DAIŞ’ê û hêzên ku piştgirî didin DAIŞ’ê hatin şermezarkirin û berxwedana bêhempa ya Kobanê hatin silavkirin.

Kurd, Tirkiyeyî, Fransî û gelek gelên din li Qada Kleber kom bûn û dan zanîn ku ev 50 roj in ku piştgirî didin berxwedana Kobanê. Çalakiya bi beşdariya 2 hezar kesî pêk hat ji aliyê 16 komele, partiyên siyasî û sazî piştgirî dan çalakiyê.  Kurdistanên li bajarên Mulhouse, Mets, Saint Avold û bajarê Kehl ê Elmanyayê jî tevlî çalakiyê bûn.

Endamên Partiya Komunîst a Franse (PCF), Yekitiya Komunîstan, MRAP, Komeleyên Elewiyan, ATÎK, MLKP, ADMK, Komeleya Dostên Kurdan û ASTU jî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi berxwedana Kobanê re hatin gotin û banga piştgriya bi Kobanê re hate kirin. Nûnerê HDP’ê yê Ewropayê Fayik Yagizay jî tevlî çalakiyê bû axaftinek kir û bal kişand ser girîngiya têkoşîna hevpar.

Di çalakiyê de li ser navê gelek sazî û rêxistinan axaftin hatin kirin. Di çalakiyê de alên YPG, YPJ, PYD û KCK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah ocalan hatin hildan. Bi paktên bi zimanên Kurdî, Fransî û Tirkî bal kişandin ser berxwedana Kobanê.

MONTPELLIER

Li bajarê Fransa Montpellierê jî meşek hate lidarxistin. Meşa ji Rue Gambetta destpê kir heta Place de la Camédieyê berdewam kir.  Komên çepgir ên Fransa jî destek dan çalakiya Kurdan. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana YPG û YPJ”, “Kobanê ne bi tenê ye.” Meşa bi beşdariya 500 kesî pêk hat li Palace de da Comédie bi mîtîngekê bi dawî bû.

RENNES

Li bajarê Fransa Rennesê jî meşeke girseyî hate lidarxistin. Meşa bi beşdariya Kurdan û sotên Kurdan saet di 11.30 de Qada Dalle du Colombierê destpê kir û heta Şaredariyê berdewam kir. Komeleya Brotonya-Kurdan, Tevgera Komunîstan a Ciwanan, Komeleya Çanda Kurd a Amarayê, Kesk, Tevgera Nû ya Dijî Kapîtalîstan,  Tevgera Koalîsyona Çep, Alîkarê Şaredarê Rennse, tevgerên anarşîst û tevgerên aştîxwaz tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya girseyî de belavokên ji aliyê Kogreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCD-E) ve hatibûn amadekirin hatin belavkirin. Di çalakiyê de dirûşmên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin û berxwedana Kobanê hate silavkirin. Her wiha banga piştgiriya Kobanê hate kirin.

DUARNENEZ

Li bajarê Duarenez ji aliyê Komeleya Kodstaniya Kurdan-Brotonê çalakiye hate lidarxistin. Çalakiya bi beşdariya zêdetirî sed kesî pêk hat pankarta “Kobanê azad bikin, destûr nedin mirina gelê Kurd” hate vekirin.

MARSÎLYA

Li bajarê Marsîlyayê jî bi heman armancê bi dirûşma “Ji bo Kobanê û mirovahiyê, li dijî DAIŞ’ê roja cîhanê” girseya gel li qada Canebiere li hev kom bûn û heta Vieux Portê meşiyan.  Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Qatil DAIŞ, hevkar Tirkiye”, “DAIŞ dikuje, NY temaşe dike” hatin gotin.

Çalakiya bi beşdariya zêdetirî 3 hezar kes pêk hat bala çapemenî û gelê Fransayê kişand. Çalakî ji aliyê Partiya Komunîst, Kesk, Partiya Çep, Ensemble, Patiya Oksitan û Anarşîstan, CGT, FSU, Solidaire, komeleyên berberan, AFK13 û komeleyên ZARÎ, Komeleya Mafê Mirovan, MRAP, Marignane, Avignon û Navena Çandê ya Elewiyên Marsîlayayê, Navenda Civaka Kurd a Marsîlyayê, Ciwanên Azad, Formua Jinên Derya Reş, Kolektîva Meşa Jinên Cîhanê, Îmages û Parol, komeleya produksyona Kalî, La Pastorale des Migrants û Rouge Vifs hate lidarxistin.

Di mîtînga li Vieux Portê li ser navê saziyan axaftin hatin kirin û ji dewleta Fransa hate xwestin ku ji ber desteka dide DAIŞ’ê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re kêm bike.

Piştî axaftinan koma mûzîkê ya QWX derket ser dikê û stran gotin. Ji bo Kobanê alîkariya madî jî hate komkirin.