Li Parîsê deh hezaran got 'Kobanê nakeve'

Li Parîsê deh hezaran got 'Kobanê nakeve'

Li paytexta Fransa Parîsê tevî Hevserokê Giştî yê PYD’ê Salih Muslim meşeke girseyî bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê hate lidarxistin. Di meşa çarçoveya “Roja Kobanê ya cîhanê” de hate lidarxistin, berxwedana Kobanê hate silavkirin û êrîşên çeteyên DAIŞ’ê hatin protestokirin.

Saet ji 14.00 ve tevî 10 hezaran, gelek sendîka,  partiyên siyasî, saziyên Kurdistanî, tevgera xwendekaran, tevgera şoreşgerên Tirkiyeyî, Kabîl, Tamîl, Partiya Komunîst, NPA, Sendîkaya Solidaire cihê xwe di çalakiyê de girtin. Hemû sazî û rêxistin bi al û flamayên xwe tevlî çalakiyê bûn. Hema bêje di destê her kesî de pankarta “Kobanê biparêzin” hebû.

Di çalakiyê de dirûşmên “Kobanê berxwedan, YPG berxwedan, YPJ berxwedan” hatin gotin û cadeya di navbera qadên Parîs Bastille û Republique ji mirovan tijî bû.

Kolektîfa xwendekaran, anarşîst, kolektîfên jinan, sendîka, tevgerên şoreşgerên Tirkiyeyî bi al û pankartên xwe tevlî meşa ji Bastille  ber bi Republiqueyê ve bûn û çalakiya ji bo Kobanê rastî eleqeya çapemeniyê hat.

Meşa girseyî saet di 16.00 Meydana Republique destpê kir. Heta hemû kortej gihişt cihê mîtîngê saet bû 17.00. piştre ji bo şehîdên têkoşîna azadiyê rêz hate girtin. Di çalakiyê de koroya Tev-Çandê sîrûdên YPG û berxwedana gelê Kurd hatin gotin. Muzîsyenên navdar ên Fransî HK & LES SALTIMBANKS bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê derketin ser dikê û di axaftinên kirin de piştgiriya xwe ya ji bo gelê Kurd diyar kirin. Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransayê Rustem Ozay spasiya hemû kesayet û saziyên destek dan çalakiyê kir.

Di çalakiyê de, li ser navê Meşa Jinên Cîhanê Clara Carbunar derket ser dikê û got ku îro jinên Kurd li Kobanê, li Şengal û li Tirkiyeyê rêya têkoşîna wekheviyê nîşanî me didin. Carbunar da zanîn ku ew ê ji bo piştgirî bidin gelê Kurd  8’ê Adara 2015 biçin Kurdistanê û tevlî çalakiyên jinên Kurd bibin. Clara Carbunar got: “Sekna bi bawer û biyardar a jinên Kurd hêviya me jinên cîhanê ye” û bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” ji dikê hate xwar.

Di çalakiyê de bi hezaran kes bi meraq li benda axaftina Hevserokê PYD’ê Salih Muslim man û Muslim li gel dirûşmên “Bijî Berxwedana  Rojava” derket ser dikê û dest bi axaftinê kir. Muslim got: “Îro li 40 welatên cîhanê dilê hemû gelan ji bo Kobanê bûye yek. Ez hemûyan ji dil û can silav dikim. Careke din em dibînin ku Kobanê ne bi tenê ye. Heta ev piştevaniya ji bo Kobanê berdewam bike Kobanê wê tu carî nekeve. Heta keça dawî û xortê dawî yê bimîne wê Kobanê nekeve” û bal kişand ser berxwedana Kobanê.

Muslim got: “Salek û nîv Kobanê îzole kirin.  Bê nav û bê ceyran hiştin. Hemû ambargo danîn ser Kobanê. Lê li dijî van hemû hewldanan ev 46 roj in Kobanê berxwedaneke destanî dinivîse. Kesên li benda ketina Kobanê ne xiyalan dikin. Bi hezaran xort û keçên Kurdan ên mîna Arîn Mîrxan hene.” Salih Muslim bi dirûşmên “Bijî berxwedana Kobanê, Kobanê wê tu caran nekeve, nekeve, vê yekê ji bîr bikin.”

Piştî Muslim nivîskar Doriya Awny derket ser dikê û li gel  îxtiyarî  û kopalê di destê xwe de xwe  li ser lingan digirt û got: “Ez berxwedana bi rûmet a gelê Kurd silav dikim” û got: “Ev gel, cîhan divê Kobanî jî û Ocalan jî biparêzin. Ev şanseke. Şansê demokrasî û mirovahiyê.”

Hunermendê Kabîlî AKLI-D, hunermenda Fransa Sarclorel, Silêman Çar Newa di çalakiyê de stranên bi armanca piştgiriya bi Kobanê re qîriyan. Hunermenda Kabîlî Samia Ammourt li gel koma defê ya TEV-ÇAND’ê derket ser dikê. Ammour di çalakiyê de stranên di dema şerê navxweyî yê Cezayîrê de dihatin gotin got û da diyarkirin ku ew ê her tim bibe dengê gelên ku çarenûsa wan bi vî rengî ne.

Her wiha da zanîn ku ew ê di nava nûnerên saziyên jinan ên Fransa ku wê biçin Kurdistanê de cih bigirin. Piştî stranên Ammourê bi sedan kes tevlî kampanyaya “tu jî mûmekê ji bo Kobanê pê bixe” bûn û mûm pê xistin.

Di çalakiyê de li Qada Republiqueyê ji bo îmzeyan stand hate vekirin.