Li Kopenhagê ji bo Kobanê destek

Li Kopenhagê ji bo Kobanê destek

Di çarçoveya Roja Cîhanê ya Kobanê ku ji aliyê gelek navdarên cîhanê ve hate ragihandin de îro li Kopenhaga paytexta Danîmarkayê çalakiyeke berfireh pêk hat.

Çalakî û meş bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Kurd ên Danîmarka FEYKURD’ê pêk hatin. Her wiha ji partiyên siyasî yên Danîmarkayê Enhedslisten jî piştgirî da çalakiya Kurdan. Nûnerên bajarê Gladsaxe yê Partiya Gel a Sosyalîst û nûnerên partiya Enhedslistenê yê bajarê Brøndby beşdarî çalakiyê bûn û destek dan çalakiya Kurdan.

Çalakiya bi armanca piştgiriya ji bo Kobanê bi beşdariya zêdetirî 4 hezar kesî pêk hat. Meşa girseyî  saet di 13.00 de ji Parka Enghave destpê kir û heta Vesterbo Torvê berdewam kir. Çalakî bi mîtîngekê bi dawî bû.

Li ser navê Partiya Eva Flyverholm axivî û berxwedana Kobanê silav kir û ji hikûmeta Danîmarkayê xwest ku li gel gelê Kurd cih bigirin.

Li ser navê partî û rêxistinên destek dan çalakiyê û tevlî çalakiyê jî bûn axaftin hatin kirin.,

Axaftinên ji aliyê nûnerên FEYKURD, Komala, PYD, YNK û Goran ve hatin kirin, bi dirûşiman dihatin birîn. Di çalakiyê de peyamên têkildarê 1’ê Mijarê Roja Cîhanê ya Kobanê hatin xwendin.

Sazî û rêxistinên destek dan çalakiyê: PYD, PJAK, Fokus-A, DKAF, Kurdisk Hus i Odense, Yekîtiya Hunermandan Kurd, Dansk Kurdisk Kvindeforening, Hillerød Kurdisk Kulturforening, Kurdisk Ungdom, Enhedslisten, GORRAN, YNK/PUK, SF-Gladsaxe, Enhedslisten Brøndby, Komitey Danmarki- Komala Zahmatkeshani Kurdestan, Horserød Stutthofforeningen, Fredsvagten ved Christiansborg, OPSAK (Odense Pir Sultan Abdal Kulturforening), Nazim Hikmet Kulturforening.