Li Elmanyayê dehhezaran ji bo Kobanê meşiyan

Li Elmanyayê dehhezaran ji bo Kobanê meşiyan

Li Elmanyayê bi deh hezaran kes bi armanca piştgiriya ji bo Roja Kobanê ya Cîhanê meşek li dar xistin. Çalakî bi banga sendîka, partî û saziyên sivîl ên Kurd û Elman pêk hat. Di çalakiyê de bi hezaran dest bi meşê kirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Balkêş bû ku meşa li Hannoverê ji aliyê partiya hevpara hukûmetê SPD ve hate destekirin.

 Di çarçoveya Roja Kobanê ya Cîhanê de, bi dirûşima “Ji bo Kobanê û Mirovahiyê Cîhan li dijî DAIŞ’ê dimeşe” çalakî hatin lidarxistin. Çalakiyên li gelên bajarên Elmanyayê berdewam dikin. Çalakiyên li bajarên Berlîn, Hannover, Dusseldorf û Freiburgê wiha ne:

BERLÎN

Çalakiya li paytexta Elmanya Berlînê saet di 15.00 de ber bi Adenauerplatzê ve dest pê kir. Çalakî bi banga gelek sazî û rêxistinan hate lidarxistin û nêzî 10 hezar kes tevlî çalakiyê bûn. Tevî Kurdistaniyên ji çar parçeyên Kurdistanê, Tirkiyeyî, Elman, Ereb, Suryanî, Ermenî û gelên Îranî jî destek dan çalakiya Kurdan a ji bo Kobanê.

Meşa girseyî li semta qelebalix a Berlînê Kurfurstendamnê re derbas bû û ji aliyê polîsan ve tedbîrên berfireh hatin girtin. Di çalakiyê de gelek alên YPG û PYD’ê hatin vekirin û dirûşimên weke “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG” hatin gotin û banga desteka ji bo Kobanê hate kirin. Di çalakiya ku bi qasî 5 km berdewam kir de Endamê KNK’ê Kazim Baba, Serokê Rêxistina Partiya Çep a Eyaleta Berlînê Dr. Klaus Lederer, Dr. Gundî Dilberz, Nunerê MLPD Dieter Ilius axivîn.

Meş li qada “"Wittenbergplatz" bi konsera ji aliyê Hozan Aydin û Bengî Agirî ve hate dayin bi dawî bû.

HANNOVER

Li bajarê Hannover a Elmanyayê Hannoverê çalakiya herî mezin a van salên dawiyê hate lidarxistin. Çalakiya bi armanca “Roja Kobanê ya Cîhanê” hate lidarxistin ji aliyê gelek partî, rêxistin  û saziyên sivîl ve hatin destekkirin. Di çalakiyê de zêdetirê 10 hezar kes tevil bûn.

Bi hezaran kesên li Opernplatz li hev kom bûn ber bi Gara Trenê ya Navendî ve meşiyan. Tevî partiyên çep û Partiya Keskan, Partiya Sosyal Demokrat (SPD) ya hevkara hukûmetê jî destek da çalakiyê.

Hevseroka PYD’ê Asya Ebdullah bi telefonê tevlî çalakiyê bû û ji beşdarên çalakiyê axivî. Ebdullah rewşa dawî ya Kobanê ji bo çalakgeran ragihand.

Her wiha ji Komîteya Piştevaniya Kobanê-Şengalê Jürgen Weßling, ji Navenda Çanda Kurdan Fridon Kadir, ji Sendîkaya Ver-di Marian Drews, Berpirsê AABF ya Bakûrê Elmanyayê Attilla Ceylan, ji Partiya Keskan Abdulselam Dogan, ji VVN Jorg Lorenz, ji FKÊ Yilmaz Kaba, ji MLPD’ê Carten Zimmer û ji Partiya Çep Oliver Klauk axivîn û bal kişandin ser girîngiya desteka ji bo Kobanê.

Di çalakiyê de alên YPG, PYD û posterên Rêberê Gelê Kurd û şehîdên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê hatin vekirin.

DUSSELDORF

Nêzî 15 hezar kes tevlî meşa li paytexta Eyaleta NRW Dusseldorfê hate lidarxistin bûn û dirûşimên “Bijî Berxwedana Kobanê” qêriyan.

Meşa bi tevlîbûna bi dehan saziyan pêk hat, ji stasyona navendî ya trenê dest pê kir. Di çalakiyê de alên PYD, YPJ û YPJ’ê, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Arîn Mîrxan, CHE, Îbrahîm Kaypakkaya, Paramaz Kizilbaş hatin hildan.

Di çalakiyê de dirûmên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin û DAIŞ û welatên Tirkiye, Qetar û Erebîstana Sûîdî ku destekê didin DAIŞ’ê hatin şermezarkirin.  Beşa bi beşdariya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dusseldorfê, Komeleya Elewiyan, Partîzan, MLKP, DKP, SDU, Partiya Çep, Kîr-Kar, ATÎK, MLPD pêk hat saet di 14.00 de det pê kir.

Di çalakiyê de li ser navê sazî û rêxistinên beşdar bûne axaftin hatin kirin û banga piştgiriya bi Kobanê re hate kirin. Di axaftinan de hate diyarkirin ku li Kobanê berxwedaneke bêhempa tên nîşandan û divê ev berxwedana Kobanê were destekkirin.

FREIBURG

Bi heman armancê li bajarê Freiburgê jî çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê rêxistinên çep ên Elman ve hate destekkirin. Nêzî 2 hezar kes li ber şaredariya Freiburgê li hev kom bûn dest bi meşê kirin.  Tevî Partiya Çep (Die Linke), MLPD, Antîfa, ALFR, Links Jugend, Lahr, Emmendingen, Offenburg, Mullihem, Breisach û Waldkirch destek dan çalakiyê û gelek belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de dirûşimên dilsoziya bi Kobanê re hatin gotin û banga xurtkirina desteka ji bo Kboanê hate kirin. Her wiha ji hêzên koalîsyona navnetweweyî hate xwestin ku operasyonên bandortir li dijî DAIŞ’ê pêk bînin. Ji hukûmeta Elman jî hate xwestin ku alîkariya leşkerî û çekan bide Kobanê. Çalakî bi stranên Rotînda bi dawî bû.

HAMBURG

Li bajarê Hamburgê jî bi beşdariya zêdetirê pênç hezar kesan meşek girseyî ji bo Kobanê hate lidarxistin.  Meşa bi banga gelek sazî û rêxistinên sivîl ji îstasyona navnendî ya bajêr heta ber Konolosxaneya Tirk berdewam kir. Lîstîkvanê Rolf Becker, Parlementerê Meclîsa Federal a Partiya Çep Jan van Aken, Parlementerê Partiya Çep a Hamburgê Cansu Ozdemîr, Parlementera Partiya Keskan a Keskan Filiz Demîrel, Parlementerê Partiya Çep ê Hamburgê Kazim Abaci û Meclîsa Jinan a Roj,  Yekitiya Demokratîk a Hamburgê, Înistiyatîfa ji bo Kobanê Hamburgê, Înîsiyatîfa ji Mehmet Demîr re Azadî, MLPD, Ji bo Kobanê Lubeck axivin. Di axaftinên hatin kirin de piştgiriya banga ji bo Kobanê hate kirin û ji Elmanyayê hate xwestin ku destekê bide Kurdan û qedexeya li ser PKK’ê rakin. Her wiha siyasmedarê Kurd Mehmet Demîr ê ku di girtîgeha Holstenglacisê de hate silavkirin.