Li Cizîrê Selamet Tetîka 65 salî hat girtin
Selamet Tetîk a 65 salî ku li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî û derbarê wê de cezayê girtîgehê ya 7 sal û 6 meh hatibû dayîn hat erêkirin û hat girtin.
Selamet Tetîk a 65 salî ku li navçeya Cizîr a Şirnexê dijî û derbarê wê de cezayê girtîgehê ya 7 sal û 6 meh hatibû dayîn hat erêkirin û hat girtin.
Welatiya bi navê Selamet Tetîk a 65 salî di sala 2016’an de li Cizîr a Şirnexê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Tetîk, 3 salan di girtîgehê de ma û piştre hatibû tehliyekirin.
Cezayê 7 sal û 6 mehên girtîgehê yê li Tetîk hatibû birîn, ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û li ser vê yekê di saetên serê sibehê de hate binçavkirin. Piştre jî Tetîk birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.