Li Beyoglu meşa ji bo Kobanê
Li Beyoglu meşa ji bo Kobanê
Li Beyoglu meşa ji bo Kobanê
DBP'ê ya navçeya Beyogluya Stenbolê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê meşek li dar xist.D
BP'ê ya navçeya Beyogluya Stenbolê ji bo 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê meşek li dar xist. Girseya ku li Parka Haciahmetê kom bû pankarta "Me bi Kobanê destpê kir, em ê bi Kobanê serbikevin" heta avahiya DBP'a Stenbolê meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê", "Maf, dad û hiqûq wê bi PKK'ê re bê" û "Bê serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Piştî deqeyeke rezgirtinê Hevserokê DBP'ê ya Beyogluya Mehmet Nur Açil axivî. Açil wiha got: " Îro roja Kobanê em pîroz dikin. Gelê Kurd dide xuyakirin ku xwediderketina xwe û yekîtiya xwe dide nîşandan." Açil gotinên hikûmeta AKP'ê ku digotin "Ha Kobanê ket, ha we bikeve " bibir xist û wiha berdewam kir: "Bila hikûmet bizanê ne Kobanê ne Rojava û ne Şengal qet nakeve." Açil dawiya axaftina xwe de berxwedana Kobanê silav kir.
Piştî axaftinê girse belav bû.