Li Amedê herî kêm 13 kes hatin binçavkirin
Li Amedê herî kêm 13 kes hatin binçavkirin
Li Amedê herî kêm 13 kes hatin binçavkirin
Li Amedê piştî çalakiya ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê hate lidarxistin polîsan bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî gel kirin, di bûyerên qewimîn de herî kêm 13 kes hatin binçavkirin.
Li Amedê piştî meş û mîtînga ji bo 1'ê Mijdarê Roja Kobanê hate lidarxistin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid li Cadeye Emekê êrîşî gel kirin. Piştî ku gel bersiv da polîsan pevçûn qewimîn û bûyer derketin. Bûyerên derketin li cadeya Kizilay, Kuruçeşme, Doryola Rezan, Goçmenler û Sentoyê belav bûn. Polîsan welatiyên ku li malên xwe derketin balkonan jî bi guleyên plastîk gulebaran kirin. Polîsên ku derketin nêçîra çalakgeran li Cadeya Emekê 2, li Kuruçeşmeyê jî 11 kes bin çav kirin.
Ji ber bombeyên gazê yên polîsan zarok û kalûpîr jî di nav de gelek welatî bi bandor bûn.