Li 10 bajarên Swêdê DAIŞ bi girseyî hat protestokirin

Li 10 bajarên Swêdê DAIŞ bi girseyî hat protestokirin

Bi wesîleya "1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê" li 10 bajarên Swêdê bi hezaran kes daketin qadan, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin û destnîşan kirin ku ew li cem berxwedêrên Kobanê ne.

Çalakiyên ji bo Kobanê yên ku di medya herêmî û neteweyî ya Swêdê de cihekî berfireh girtin, di rojeva siyasî de di rêza yekemîn de ye.

STOCKHOLM: Li paytext Stockholmê li ser banga 37 partî û rêxistinên civakî yên sivîl, bi beşdariya 4 hezar kesî li Partka Humlegardenê xwepêşandanek hat lidarxistin. Piştî kombûna li vir girseya gel bi dirûşmên ji bo Kobanê ber bi Meydana Sergelê ve meşiyan. Hunermendê Yahûdî Dror Feiler di axaftina xwe ya li vir de diyar kir ku Kurd li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê berxwedaneke awarte nîşan didin û dstnîşan kir ku divê hemû mirovên pêşverû, demokrast û şoreşger li cem vê berxwedanê cih bigirin. Di çalakiyê de hunermendên Swêdî û Kurd, ji bo Kobanê berhemên xwe pêşkêş kirin û çalakî bi dirûşmên silavkirina berxwedana Kobanê û şermezarkirina AKP û çeteyên DAIŞ'ê, bi dawî bû.

GÖTEBORG: Li bajarê Göteborgê jî, Partiya Çep, Sosyalîstên Partiya Edaletê, PYD, Tevgera Goran û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk jî di nav de li ser banga 14 partî û rêxistinen civakî yên sivîl bi beşdariya 3 hezar kesî xwepêşandanek hat lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên li meydana Gotaplatsenê civiyan, bi dirûşme, bilindkirina al û pankartan heta Meydana Gustaf Adolf meşiyan. Rojnamevanê ji cîhana rojava Joakîm Medîn ê herî dawî Kobanê terikand, li dû ragihandina çavdêriyên xwe destnîşan kir ku şerê li Kobanê tê dayîn, ji bilî wateya leşkerî di heman demê de şerekî îdeolojîk e. Xwepêşandanê di meyda Swêdê de cihekî berfireh girt.

UPPSALA: Li bajarê Uppsalayê, xwepêşandana ji aliyê Komeleya Jinên kurd, Komeleya Piştevaniya Kurdistanê û Navenda Civaka Demokratîk a Uppsala ve hat organîzekirin, li Meydana Vaksalayê pêk hat. Kurdistanî û dostên wan ên li qadê hatin cem hev bi dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" heta meydana Stora meşiyan. Çalakiya ku nêzî hezar kes beşdar bûn, rastî eleqeyeke mezin a çapemeniya herêmî hat.

ÖREBRO: Li bajarê Örebro, li ser banga Komeleya Çanda Kurd, Rêxistina Ciwanan a Zagros, Navenda Gelê kurd a Demokratîk a Örebor û rêxistiNên din ên Kurd çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de 600 kes amade bûn.

KARLSTAD: Li bajarê Kalstadê di rojên dawî de lê li dijî DAIŞ'ê çalakî tên lidarxistin, Kurdistanî careke din bi wesîleya "1'ê Mijdarê Roja Kobanê' li Meydana Mezin civiyan û çeteyên DAIŞ'ê protesto kirin.

MALMÖ: Li bajarê Malmö bi beşdariya 800 kesî xwepêşandanek hat lidarxistin û rêxistinên Swêdî û Kurd ên beşdarî çalakiyê bûn ji hikûmeta Swêdê xwestin alîkariya însanî û leşkerî bide berxwedêrên Kobanê.

GÄVLE: Li bajarê Gävle li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, bi desteka Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Partiya Çep, Partiya Keskiyan, Sosyalîstên Partiya Edaletê, û Partiya Mûxafazakaran, li Meydana Söndermalmê çalakiyek hat lidarxistin.

UMEÅ: Li bakurê Swêdê bajarê Umeå jî çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin. Li ser banga rêxistineke civakî ya bi navê "Sîwana Kurd" li Meydana Rådhusê çalakiyek hat lidarxistin.

BORLÄNGE: Di çalakiya komeleyên Kurd a li bajarê Borlänge de bi sedan kes beşdar bûn û li gel çeteyên DAIŞ'ê hikûmeta Tirk jî hat protestokirin.

GIRAVA GOTLAND: Ji Girava Gotland a Swêdê ku 25 Kurdistanî lê dijîn, dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" bilind bû. Kurdistaniyan bi dostên xwe re li Meydana Stora çalakiyek pêk anîn.