Kurdistaniyên li Ukraynayê berxwedana Kobanê silav kirin

Kurdistaniyên li Ukraynayê berxwedana Kobanê silav kirin

Kurdistaniyên li Ukraynayê dijîn, li bajarê Xarkovê bi xwepêşandanekê xwedî li berxwedana Kobanê derketin.

Kurdistaniyên li bajarê Ukrayna Xarkovê dijîn, di 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de li meydana Lenînê civiyan. Di xwepêşandana ku ji hêla Mala Kurdan ve hat organîzekirin de gelek Kurdistanî amade bûn. Di xwepêşandanê de ji rêveberiya Mala Kurdan Emîn Kût axaftinek kir. 

Kût di axaftina xwe de diyar kir ku gelê Kurd bi ruhekî mezin di Roja Kobanê ya Cîhanê de herikîn kolanan û got, "Gelê Kurd îro li her devara ku lê dijî ji bo piştgiriyê bide berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên hov şermezar bike li kolanan e. Berxwedana Kobanê ji bo gelê Kurd bû sembola azadiyê."

Di çalakiyê de her wiha ji nûnerê Xwendekarên Kurd ên li Ukraynayê Hecî Angîn jî mafê axaftinê girt û got, "Berî berxwedana Şengal û Kobanê, ti dewletê gelê Kurd nedidît û wate nedidan tekoşîna wan. Lê piştî êrîşên komên çete yê DAIŞ li ser Şengal û Kobanê bi taybet berxwedana gelê kurd a li hember van çeteyan bala hemû kesî kişand ser xwe. Dema êrîşên DAIŞ li ser Kobanê giran bû her kesî digot wê Kobanê bikeve. Lê bi berxwedana cangoriyên Kurdistanê re Kobanê neket û DAIŞ a ku hemû kes jê ditirsî li bin ket. Berxwedana Kobanê ji bo gelê Kurd di qada navneteweyî de rûpeleke nû vekir."  

Di xwepêşandana ku nêzî sê saeta berdewam kir de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Obalan û alê YPG û YPJ hatin bakirin. Her wiha pankartên ku li ser wan berxwedana Kobanê hatî silav kirin jî hatin rakirin. 

Li bajarê Oddesa jî komek ji xwendekarên Kolêja Bijîşkiyê ya Zanîngeha Denî Petrofsk li Ukraynayê, bi wesîleya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê piştgiriya xwe a ji bo Kobanê nîşan da.