Kurdên li Awûstûryayê wê xwe bi modeleke nû bi rêxistin bikin

Kurdên li Awûstûryayê wê xwe bi modeleke nû bi rêxistin bikin

Federasyona Komeleyên Kurd ên Ewropayê (FEYKOM) kongreya xwe ya 22'emîn pêk anî. Di kongreyê de biryar hate dayin ku ji niha û pê ve FEYKOM xwe weke Konseya Civaka Demokratîk a Kurdên Awûstûryayê bi rêxistin bike.

Gelek delege ji tevayî bajarên welat tevlî kongreya 22'emîn a FEYKOM'ê ya ku li paytexta Awûstûrya Viyanayê bûn.

Kongre bi deqeyeke rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê dîwan hate hilbijartin.

Axaftina vekirinê ji aliyê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan ve hate kirin. Ceylan got ku modela civaka demokratîk a nû ya li Ewropayê ya Kurdan e û da zanîn ku mîmarê vê projeya civaka demokratîk Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.

Ceylan da zanîn ku heşt bingehên vê modelê hene û ev model pêwîstiyên jiyana dîasporayê jî pêşwazî dike. Ceylan der barê pêkhateya nû ya Kurdan a li Ewropayê de agahî da.

Piştî Ceylan siyasetmedarê Kurd Yaşar Pîr axivî û pêşketin û bûyerên di rojevê de nirxand. Pîr diyar kir ku berxwedana Kobanê Kurd anîne rojeva hemû cîhanê û wiha domand: "Ev cara yekem e ku em di têkoşîna çil salan a Kurdan de ewqas dibin rojev. Berxwedana Kobanê weke berxwedana cîhanê hate dîtin."

Piştî axaftinan, xebatkara FEYKOM'ê Songul Per rapora xebatê ya salekê xwend. Piştre rapor hate nirxandin. Kongre bi rojeva avakirina pêkhatiya nû berdewam kir. Di kongreyê de ji bo rêveberiya Kurdan a li Awusturyayê hevserok û 25 kes hatin hilbijartin. Axaftina girtina kongreyê bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Kobanê bi dawî bû."