Ji bo Kobanê li Oslo, Bordo, Lyon, Linz û Graz xwepêşandan

Ji bo Kobanê li Oslo, Bordo, Lyon, Linz û Graz xwepêşandan

Bi armanca piştevaniya bi Kobanê re û şermezarkirina êrîşên DAIŞ îro li bajarê Oslo yê Norveç, bajarê Bordo û Lyon ên Fransa, bajarê Lînz û Graz xwepêşandan hatin lidarxistin.

OSLO

Bi sedan Kurd û dostên wan ên Norwecî li paytexta Norwec Oslo li qada karkeran ji bo ji piştgiriya Kobanê re kom bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Kurdan ciwanê Kurd Maksut Can têkildarî rewşa Rojava û Şengal axivî.

Her wiha nûnerên partiyên Norwecî jî axivîn.

Li qada çalakiyê ciwanê Kurd ji bo Kobanê û Şengalê li ser navê heyva sor alikarî kom kirin.

BORDO

Li bajarê Bordo yê Fransa bi sedan kesên ku hatin gel hev êrîşên çeteyên DAIŞ’ê şermezar kirin û piştevaniya xwe ya ji Kobanê re nîşan dan.

Çalakvan bi dirûşmayên ‘Bijî berxwedana Kobanê, Bijî YPG,YPJ û PKK’ meşiyan. Di çalakiyê de daxuyaniyên hikûmeta Fransa yên têkildarî avakirina herema tampon a Sûriye şermezar kirin. Çalaki bi dirûşman bi dawî bû.

LYON

Li Lyon jî Kurd û dostên wan ên Fransî bi wesîleya roja cîhanê ya Kobanê çalakî lidar xistin. Meşa ku 500 kes tevlî bûn Komeleyên Elewiyan û saziyên Fransa jî piştgirî dan. Meş ji Bellecou heta Opera dewam kir û bi dirûşmên, ‘Bijî YPG-YPJ’, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî berxwedana Kobanê bi dawî bû.

LÎNZ

Li bajarê Lînz ê Awûstûrya Kurdistanî û dostên wan li Volksgarten hatin cem hev û êrîşên DAIŞ şermezar kirin.

Di çalakiya ku li qada Hauptplatz veguherî mîtîngê hat gotin ku dewleta Tirk, li hemberî DAIŞ seknekê raber nake û pêwîst e alîkariya leşkerî ya pêwîst ji Kobanê re bê şandin.

GRAZ

Li bajarê Graz jî nêzî 2 hezar Kurdistanî û dostên wan meşek lidar xistin.

Di tevahiya meşê de belavokên Elmani ên têkildarî êrîşên çeteyên DAIŞ li hemberî gelê Kurd hatin belavkirin.