Heyeta HDP’ê serdana Kiliçdaroglû kir

Heyeta bi pêşengtiya Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî  pêk tê, serdana Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû kir.

Li gorî daxuyaniya Boroya Çapemeniyê ya HDP’ê, Heyeta bi pêşengtiya Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temelî  pêk tê, serdana Navenda Giştî ya CHP’ê kir.

Serokwekîlê Meclîsê ya Mîthat Sancar, Serokwekîla Komê Fatma Kûrtûlan û Alîkarê Hevserokê Giştî Alîcan Onal ên di nava heyetê de cih digirin.

Heyet li gel heyeta bi pêşengtiya Lîderê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû pê dihat re  civiyan.

Li gorî daxuyaniyê li gel Kiliçdaroglû Serokwekîlê Koma CHP’ê Engîn Ozkoç, Alîkarê Serokê Giştî Ogûz Kaan Salici û Berdevkê Partiyê Faîk Oztrak cih girtin.

Boroya Çapemeniyê ev agahî da: “Di hevdîtina li gel CHP’êde di serî de darbeya bi qeyûman dîsa îtifaqa demokrasî, destûra bingehîn a nû, mijarên mîna refromê hatin nirxandin.”

Di nixandinên pêşberî hev de hate bibîrxistin ku desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ya ji aliyê qeyûman ve hemfikirin ku darbeyeke siyasî ye.

Di dewama daxuyaniyê de ev hate gotin: “Bal hate kişandina ser helwestek hevpar û bibiryar a ji bo parastina nirx û rêbazên demokrasiyê. Di hevdîtina baş de divê hemû muxalefetên welat di mijarên girîng de li hev bişêwirin. Bi hev re li çareseriyê gerandin bi nirx dîtine.”