Fîlîstîniyên li ser sînor: Serketina Kobanê serketina Rojhilata Navîn e

Fîlîstîniyên li ser sînor: Serketina Kobanê serketina Rojhilata Navîn e

Di nav çalakiya nobeda berxwedanê ya li sînor ji her ol, ziman û çandan welatî amade ne. Di nav berxwedêran du ciwanên Filîstînî yên rastî zilma Îsraîlê hatin jî hene. Ciwanên Fîlîstînî diyar kirin ku êrîşên Îsraîlê yên li hemberî Fîlîstînê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê weke hev in û serketina Kobanê di heman demê de serketina Fîlîstîn û hemû Rojhilata Navîn e.

Berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê bênavber berdewam dike û di heman demê de nobeda berxwedanê ya li sînor jî dewam e. Gelek welatiyan êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê weke êrîşên li hemberî hemû mirovahiyê û jiyana hevpar dibînin, li hemberî van êrîşan tevlî nobeda li sînor bûn. Di nav van berxwedêran de du ciwanên Fîlîstînî jî hene. Ciwanên Fîlîstînî yên bi navê Muhanned Safîn û Zekî Ehmed ji bo qedera gelan a hevpar di nava berxwedana hevpar de cih girtin.

Safîn û Ehmed ji ajansa DÎHA'yê re axivîn û balkişandin ser aliyên hevpar ên berxwedana Kobanê û Fîlîstînê. Safîn bi ala Fîlîstînê û puşiya xwe hate sînorê gundê Mehserê û armanca xwe ya tevlî nobedê bû wiha vegot: “Qedera gelê Fîlîtîn û Kurd wek hev e" Safîn diyar kir ku ji ber nikare biçe Fîlîstînê tevlî berxwedana vir bû. Safîn, anî ziman ku ew zilma li gelê Kurd baş fêm dike û êrîşên tên jiyîn hevpar in û divê li hemberî van helwesteke hevpar bê nîşandan.

'SERKETINA WE SERKETINA ME, BERXWEDANA WE BERXWEDANA ME YE'

Safîn da zanîn ku weke gelê Fîlîstînê gelê kurd li her qada lê dijîn rastî zilmê tê û berxwedana şervanên YPG û YPJ'ê ya li Kobanê berxwedaneke dîrokî ye. Safîn bilêv kir ku bi serketina li Kobanê tê qezenckirin dê kesên zilmê dikin winda bikin û wiha got: "Serketina we serketina me, berxwedana we berxwedana me ye. Serketina Kobanê di heman demê de serketina Fîlîstînê ye. Tu cudahiya DAIŞ û Îsraîlê ji hev tineye. Li hemberî vê yekê jî gelê Fîlîstîn û Kurd jî weke hev e."

Safîn destnîşan kir ku ew jî penaber e û bi hezaran welatiyên Kobanê çi dijîn baş dizane û ji ber vê yekê hate Pirsûsê û tevlî xebatan bû.

'ÎSRAÎL ÇI YE DAIŞ JÎ EW E'

Safîn gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gotin ên "Gazze çibe Şengal jî ew e" bibîrxistin û anî ziman ku êrîşên li hemberî Kobanê û Gazzeyê ji aliyê heman hêzan ve pêk tên.

Zekî Ehmed jî diyar kir ku ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê tevlî çalakiya nobeda sînor bûn û ligel nobeda berxwedanê li navçeyê ji bo piştgiriyê bidin Kobaniyan hatin. Ehmed anî ziman ku li cîhanê hêj desthilatdar gelan ji bo berjewendiyên xwe qetil dikin. Ehmed da zanîn ku hemû kesên dibêjin "ez mirov im" divê li cem berxwedana Kobanê cihê xwe bigire.