Ehmed Şêxî yê ji Kobanê li ser sînor winda bû!
Ehmed Şêxî yê ji Kobanê li ser sînor winda bû!
Ehmed Şêxî yê ji Kobanê li ser sînor winda bû!
Ehmed Şêxî yê têlên sînor derbas kir û ji Kobanê hat Pirsûsê, ev sal û nîveke hay jê nîne. Kek Mihemed Şêxî yê ji dewleta Tirk û çeteyên El Nûsra bi guman e, ji bo dîtina birayê xwe serî li her cihî da.
Ehmed Şêxî yê piştî Şoreşa Rojava ji ber ambargoya li ser Kobanê neçar ma sînor derbas bike ji bo xurekê ji Pirsûsê bîne, ev sal û nîveke winda ye. Malbata Şêxî yê bavê sê zarokan, serî li her cihî dan. Lê belê malbat bi fikar e ku ji aliyê El Nûsra û leşkerên Tirk ve hatibe revandin.
LEŞKERÊN TIRK AN JÎ EL NÛSRA?
Kekê Ehmed Şêxî yê bavê 3 zarokan ê berî sal û nîvekê li ser sînorê Kobanê-Pirsûsê winda bû Mihemed Şêxî, çîroka windabûna birayê xwe bi vî rengî vegot: "Berî salek û 4 mehan, dema birayê min ji Kobanê dihat Pirsûsê em pê hesiyan ku rastî êrîşa leşkeran hatiye. Li gel birayê min hevalekî wî jî hebû. Dema derbasî aliyê Pirsûsê bûn xwe li mizgeftekê girtin, lê belê birayê min ji aliyê leşkerên Tirk yan jî rêxistina El Nûsra ve dîl hat kirin. Em baş nizanin."
HEMÛ HEWLDAN BÊ ENCAM IN
Mihemed Şêxî da zanîn ku li gel guman girtina birayê wî ji aliyê leşkerên Tirk, ew bi fikarin ku ji aliyê çeteyên El Nûsra ve jî hatibe revandin û got, "Guman hebû ku birayê min ji aliyê leşkerên Tirk ve hatiye girtin, ji ber vê me serî li girtîgeha Rihayê dan. Ji wir berê me dan girtîgehên li Dîlokê. Lê belê hemû serlêdanên me yên li hikûmeta Tirk hatin kirin, bê encam man. Niha sê zarok û hevsera birayê min li naverastê mane. Berî mehekê jî em hemû hatin Pirsûsê."