Derdê YE ne penaberên li Derya Spî, parastina sînoran e

Derdê YE ne penaberên li Derya Spî, parastina sînoran e

Li şûna xebatên rizgarkirinê yên li Derya Spî tên meşandin ku ji destpêka vê salê û vir ve 3 hezar 200 penaberan lê jiyana xwe ji dest dan, konsepta ewlekariyê bicih dibe. Yekîtiya Ewropa (YE), li şûna operasyona Mare Nostrum a Îtalya saleke dimeşîne, 'mîsyona ewlekariya sînor' a bi navê 'Triton' ku armanca wê astengkirina hatina ber bi peravên Îtalyayê ye, dixe meriyetê.

Li hemberî penaberên berê xwe didin Ewropayê, ku di nav 20 salan de zêdeyî 20 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, mîsyoneke nû ya pêşî li vê rêwîtiyê digire, dikeve meriyetê.  Li şûna Mare Nostrum a piştî xeniqîna 360 penaberan li Girava Lampedusayê ket meriyetê, tîmekî nû yê operasyonê yê bi navê Triton hat avakirin.

Armanca bingehîn a mîsyona nû ku navê xwe ji yek ji Xwedayên deryayê yê mîtolojiya Yewnan Triton digire, parastina sînorên YE yên li Derya Spî ye û ji mîsyona bingehîn a Mare Nostrumê gelekî dûr e. Bi saya operasyona Mare Nostrum a di Cotmeha 2013'an de destpê kir, yekîneyên ewlekariyê yên Îtalî keştî û botên penaber tê de bi awayekî ewle gihandin bendera herî nêz û bi vê yekê re nêzî 150 hezar penaber bi saxî gihaştin sînorên Yekîtiya Ewropa û Bakurê Afrîkayê.

Lê belê tevî hemû daxwazên Îtalyayê jî welatên YE destek nedan dewamiya Mare Nostrumê û çavê xwe li bidawîbûna mîsyona wê girtin. Hikûmeta Îtalyayê jî biryar dabû ku mîsyona mehane lêçûna wê herî kêm 9 mîlyon Euro ye, bi hinceta 'YE destekê nade' ji îro û pê ve bidawî bike.

NE PENABER WÊ SÎNOR BÊN PARASTIN

Mîsyona nû ya bi navê Triton ku ji 28 welatên YE 21 jê destekê didin, wê girêdayî Polîsê Parastina Sînorê Ewropayê Frontexê bixebite. Di mîsyona Triton a wê xwedî 7 keştî, 4 balafir û helîkopterekê be de, wê li gelemperiya welatên Ewropayê 65 wezîfedarên ewlekariyê cih bigirin.

Triton a lêçûna wê ya mehane 2,9 mîlyon euro ye, berevajî Mare Nostrumê ku Îtalyayê bi tena serê xwe fînanse dikir û bi deh hezaran mirov ji xeniqînê rizgar kir, wê sînoran biparêze. Mîsyona yekane ya Tritonê wê çavdêrî û kontrolkirina peravên Yekîtiya Ewropayê be.

"FERMANA MIRINA PENABERAN HAT DAYÎN"

Li şûna Mare Nostrumê, hatina kontrola sînor a bi navê Tritonê, rê li ber nerazîbûnên tund vekir. Parlamentera Keskan a Elman a li Parlamenta Ewropayê Franziska Keller der barê mijarê de daxuyaniyek da û di axaftina xwe ya ji rojnameya Frankfurter Rundschau de got, "Eger li şûna Mare Nostrumê wê mîsyoneke giredayî Frontexê ya bi armanca pêşîgirtina li koça bêrêk û pêk bê, ev yek weke biryara mirina gelek penaberan e."

Hevseroka Keskan Simone Peter jî destnîşan kir ku di polîtîka Ewropa ya li ser penaberan de "rojeke reş" hatiye jiyîn.

WÊ NIKARIBIN PÊŞÎ LI MIRINAN BIGIRIN

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) de jî rexne hat kirin ku mîsyona bi navê Triton, ji bo rizgarkirina jiyana penaberên hewl didin ji Derya Spî derbasî Ewropayê bibin, têrê nake. 

Di encama noqbûna bot û keştiyên ji bo biçin welatên YE li Derya Spî dikevin ser rê de, her sal bi hezaran penaber jiyana xwe ji dest didin. Bi tenê di nava vê salê de herî kêm 3 hezar 200 penaber li Derya Spî fetisîn û di 20 salan de tê texmînkirin ku nêzî 25 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.