'Dema ku qeyûm hat tayînkirin, me negot her tişt qediya'
Hevşaredara Elbexê Leyla Balkan Atsak ku qeyûm tayînî cihê wê kirin, ev tişt anî ziman: “Ev têkoşîna gel e. Bi berxwedan û kelecana gel hêvîdar bûm. Me negot her tişt qediya."
Hevşaredara Elbexê Leyla Balkan Atsak ku qeyûm tayînî cihê wê kirin, ev tişt anî ziman: “Ev têkoşîna gel e. Bi berxwedan û kelecana gel hêvîdar bûm. Me negot her tişt qediya."
Hevşaredara Elbexê Leyla Balkan Atsak, diyar kir ku sextekarî û desteserkirina hikûmetê dê bandorê li karê wan neke û îradeya wan neşkîne û ev nirxandin kir: "Ev di raya giştî de nabe sedema bêmoraliyê an jî gel nabêje jixwe wê qeyûm were ka em dengê xwe nedin. Îradeya xwe nîşan dide."
Hevşaredara Elbexê Leyla Balkan Atsak ku qeyûm tayînî cihê wê kirin, di van hilbijartinên herêmî yên DEM Partiyê de ji 2 navçeyan berpirsyar bû. Leyla Balkan Atsak, hem der barê qeyûman û hem jî pêşhilbijartinan de pirsên ANF’ê bersivand.
Her çend di hilbijartinên 2019’an de hûn li Elbexê hat hilbijartin jî, lê qeyûm tayînê cihê we hat kirin. Hûn dikarin hinekî behsa vê pêvajoyê bikin?
Hem îradeya gel li ber çavan nehat girtin û hem jî min nedikarî wezîfeya xwe pêk bînim. Weke vê serdemê, di sala 2019’an de jî em çûn hilbijartinên herêmî. Di tûra yekem de bi wergirtina dengên herî zêde weke namzeta hevşaredariya jin hatim hilbijartin. Ez berê karmend bûm û di Adara 2017’an de bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de (KHK) ji karê xwe hatim avêtin. Dema me di pêvajoya hilbijartinê de serî li YSK'ê da, got 'ev kes dikarin bên hilbijartin' û vê yekê qebûl kir. Bêhiqûqî jixwe li vir e. Li 6 şaredariyên ku me bi dest xistin, bi hinceta KHK’ê qeyûm hatin tayînkirin. Dewlet pêşî dipejirîne, lê piştî ku em bi ser dikevin, wek 'sûcdar' dibîne û nahêle ku em erka xwe pêk bînin. Şaredariya Elbexê şaredariyeke ku berê qeyûm lê hatibû tayînkirin. Piştî 2 sal û nîvê qeyûm, bi hilbijartina me xelas bû, lê piştre dîsa qeyûm tayîn kirin. Ew niha ji hêla qeyûman ve tê birêvebirin.
Gel ji bo vê yekê çi digot?
Zilm û zordarî. Bi kurtasî wisa ye. Beriya ku ez bêm hilbijartin, gel bi rihetî nikarîbû deriyên şaredariyê jî vekin. Ji bo ku ji qeyûm xilas bibin deng dan partiya me. Me got em ê li şaredariyan ji bo xizmeta gel xebatên xwe bimeşînin. Ne wê demê, ne jî niha dest ji zext û gefên xwe bernedan.
Niha berteka gel çawa ye?
Li bajarekî weke Wanê û bi taybetî jî li Elbexê li rûyê mirovan dibêjin ‘Em we nas nakin, dengê we jî nas nakin.’ Ez jî ji Elbexê me û her dem têkiliya me bi gel re heye. Ez çavdêriya xwe diyar dikim; nabe sedema xirabûna moralê yan jî gel nabêje ‘ji xwe qeyûm tên tayînkirin em dengê xwe nedin.’ Berovajî vê yekê weke tora têkoşînê ya ku di dîrokê de belav bûye, ji nû ve rûbirûbûna bi rastiya dewletê re dibîne. Ez vê yekê bi dilê xwe nabêjim, encam diyar in. Me dîsa şaredariya ku beriya hilbijartinên 2019’an qeyûm lê hatibû tayînkirin bi dest xist. Gel dîsa îradeya xwe ya desteserkirî li ser sindoqan nîşan da. Dengên hatine wergirtin diyar in. Dibe ku me rojekê jî nikarîbû erka xwe bi cih bînin, lê gel rojekê jî em bi tenê nehiştin.
We paşê xebatên xwe çawa domand?
Min di rêveberiya bajêr a partiya me de cih girt. Ev têkoşîna gel e. Axên ku em pêlê dikin xwedî dîrokeke kevnar e. Berxwedan û kelecana gel hêviyek da min. Me negot qediya ye û em hê jî nabêjin.
Tayînkirina qeyûm bandoreke çawa li saziyan sivîl kir?
Qeyûmê ku li cihê min hatibû tayînkirin namzetê AKP'ê bû û ji Elbexê bû. Ew pir bi hêsanî çû, mîna ku pir normal be li wê kursiyê rûnişt. Hûn nikarin hesasiyeta herî biçûk a li hember jin, xweza, mirov an jî ajalan ji qeyûmekî tayînkirî bibînin. Kesê ku bi vê hesasiyetê be jî li cihê ku nehatibe hilbijartin wê vî karî neke. Binêre, ez tiştekî din ji te re bibêjim. Qeyûm her ku diçû dawet û sersaxiyan, her kesên li derdora wî (ji bilî alîgirên wî) hem bi awir û hem jî bi gotinên xwe rave dikirin ku ew di rewşeke xerab de ye.
Elbex jixwe bajarekî li ser sînor bû. Ji xeynî nûçeyên li ser 'penaberên binçavkirî' û 'nêçîra sêrbazan' yên li hemberî HDP'yiyan, di çapemeniyê de em tiştekî din nabînin. Di pêvajoyên ku herî zêde pêwîstî bi civaka sivîl heye jî ji ber zextan mirov nikare çavên xwe veke. Ji bo her du serdeman jî qeyûm hatiye tayînkirin.
Di vê pêvajoyê de şaredariya qeyûm çi kir?
Şaredarî veguherand karsaziya malbatê. Ji malbata xwe her kesî di şaredariyê de bi cih kir. Kar ji bo xizmeta xwe meşand, ne ji bo gel. Helbet bi Wezîrê Karên Hundirîn ê berê Suleyman Soylu re jî wêneyê wî hebû.
Hûn di hilbijartinên herêmî yên DEM Partî de wezîfedar bûn, atmosfer çawa bû?
Ev kelecan û hewldanek cidî ye. Weke ku min di serî de jî behs kiribû, me berê jî pêşhilbijartinên pêk anîbûn. Ez di hilbijartinên herêmî de li Qereyazî û Elbexê li ser kar bûm. Li Qereyaziyê cara ewil pêşhilbijartinên hatin kirin. Dîtina heyecana xelkê li ser wê sindoqê pir mezin bû. Heta nîvê şevê gel li benda encaman ma. Di encamê de gel bi xwe bû. Berê li Elbexê 150 delege hebûn, lê ez bi 350 delegeyan ketim hilbijartinê. Bi hev re birêvebirin her dem hêviyê dide mirovan. Ev avakirina paşerojeke demokratîk e.
Di dawiyê de, hûn dixwazin çi bêjin?
Em bi DEM Partiyê re dikevin hilbijartinan. Dixwestin tevliheviyê çêkin, lê dengdêrên me ji roja yekem ve ev nav li xwe kirin. Wek hûn jî dizanin mijara hilgirtina dengan jî heye. Hikûmet hîn jî hewl dide ku qeyûm tayîn bike. Ev ji bo me serdemek nû ye. Vê bêhiqûqiyê li hemû bajarên herêma Serhedê belav kirin. Mixabin em nikarin bibêjin ku em ê di çarçoveyeke demokratîk de hilbijartineke demokratîk pêk bînin. Wê dîsa hîle û xapandin çêbibin, lê ev hewldan û vîna me naşkîne.