Cenazeyên şervanên YPG'ê Şik û Ayaz bi girseyî hatin defnkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Şik û Ayaz bi girseyî hatin defnkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Şik û Ayaz bi girseyî hatin defnkirin
Cenazeyên şervanên YPG'ê Muhammed Şik û Îlyas Ayaz ên li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan ji aliyê deh hezaran kesan ve hatin oxirkirin.
Cenazeyên şervanên YPG'ê Muhammed Şik (Renas Karaz) û Îlyas Ayaz (Aram Tîgran) ên li Kantona Kobanê ya Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan duh anîbûn Saziya Tipa Edlî ya Rihayê û piştî karên li wir cenaze anîn Amedê û birin Goristana Yenîşehîrê. Hevşaredara Sûrê Fatma Şik Barut, Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, hevşaredarên navçeyan, MEYA-DER, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û bi hezaran welatî serê sibê li ber Goristana Yenîşehîrê hatin cem hev. Girseyê cenazeyên YPG'iyan ji mizgeftê girtin û ber bi warên wan ve oxir kirin.
Cenazeyên YPG'iyan bi konvoyeke qelebalix bi rê ket û li terqarê ya Farqîn û Licê cenazeyê şervanê YPG'ê Ayaz şandin Farqînê û cenazeyê Şik jî birin Karazê. Konvoya cenazeyê Şik di ketina navçeyê de bi dirûşma "Şehîd namirin" hate pêşwazîkirin. Girseyê darbesta Şik bi alên PKK'ê pêçandin û ji wesayîtê girtin û meşiyan. Girseya ji ketina navçeyê heya goristanê meşiya sloganên "Kurdistan wê ji DAIŞ'ê re bibe goristan" û "Ey şehid çeka te li erdê namîne" berz kirin.
Li goristanê piştî rêzgirtin û xwendina sirûda "Çerxa Şoreşê" cenazeyê Şik hate definkirin. Di dema merasîmê de hevalê Şik ê ku çeka wî hilgirtî li Kobanê bi telefonê li malbatê geriya û hevalê xwe Şik bi gul teqandinê silav kir. Piştî silavkirinê girseyê dirûşma "Şehîd namirin" berz kir û demên hestiyar hatin pêk hatin.
'TÊKOŞÎNA KURÊ MIN NÎVÇE NEMA'
Piştre bavê şervanê YPG'ê Şik Hafiz Şik diyar kir ku kurê wî di 22 saliya xwe de ji bo gelê xwe canê xwe da û ji ber vê yekê ew serbilind in. Şik, anî ziman ku kurê wî têkoşîneke mezin da û di nava du salan de li Serêkaniyê, Şengal û Kobanê têkoşîn meşand. Şik, da zanîn ku çek kurê wî ji aliyê hevalên wî ve hate hilgirtin û têkoşîna wî nîvçe nema.
Piştî axaftina girse ji goristanê veqetiya. Sersaxiyên ji bo Şik wê 3 rojan li Mizgefta Navendê ya Karasê bên qebûlkirin.
Cenazeyê Şervanê YPG'ê Ayaz li gundê lê hatî dinê hate definkirin
Cenazeyê şervanê YPG'ê Îlyas Ayaz (Arman Tîgran) jî li gundê Mêrgavehşê yê navçeya Farqînê ya Amedê bi tevlîbûna Seroka MEYA-DER'ê Leyla Ayaz, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Hevşaredarên Farqînê, rêveberên DBP'ê yên navçeyê û gelek malbatên Kobanê hate definkirin.
Konvoya cenazeyê Ayaz li gundê Qurtê yê 12 kîlometre dûrî navçeya Farqînê hate pêşwazîkirin û piştre ber bi gundê ve bi rê ket. Konvoya cenaze di ketina gund de ji aliyê sedan welatiyan ve bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PKK, KCK û YPG'ê hate pêşwazîkirin. Piştre darbesta Ayaz a bi ala PKK'ê hat pêçandin ji aliyê girseyê ve hate wergirtin û birin mala. Di meşê de dirûşmên "Şehîd namirin", "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê", "Qatîl DAIŞ hevpar AKP" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" hatin berzkirin. Di meşê de li gel posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wêneyên Ayaz jî hatin hilgirtin.
Piştî meşê darbesta Ayaz anîn hewşa malê. Piştre cenazeyê Ayaz bi meşê birin goristina gund. Li ser wesiyeta Ayaz cenaze bi strana Aram Tîgran a "Lo lo pismano" hate definkirin. Piştî karên definkirinê rêzgirtinê pêk hat û kurê xaltiya Ayaz, Beşîr Aslan axivî û wiha got: "Şehîd ê hemû Kurdistanê ye. Serê me bilind e."
Pişt axaftinê girse derbasî mala sersaxiyê bû û wê sersaxî 3 rojan berdewam bike.