Cenazeyê şervanê YPG’ê Suer li Wêranşar hat defnkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Suer li Wêranşar hat defnkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Suer li Wêranşar hat defnkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Sidik Suer (Delîl Zagros) ê di şer û pevçûnên li Kobanê jiyana xwe ji dest da, bi tevlîbûna bi hezaran welatiyan li Wêranşar hat defnkirin.
Cenazeyê şervanê YPG’ê Sidik Suer (Delîl Zagros) ê li Kobanê di şer û pevçûnên li hember çeteyên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, ji Morga Saziya Tiba Edlî ya Riha hat wergirtin û anîn Wêranşar. Cenazeyê şervanê YPG’ê di ketina bajêr de ji aliyê bi sedan welatiyan ve bi dirûşma, “Şehîd namirin” hat pêşwazîkirin. Cenazeyê Suer ku ji wesayîta cenaze hat girtin, welatî bi cenaze re nêzî 4 kîlometreyan meşiyan. Di meşa ku alên PKK, YPG’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin, meş heta goristana Şaredariya Wêranşar dewam kir. Piştî wecîbeyên olî cenazeyê Suer spartin axê.
Rêveberê MEYADER Eshet Dîken ê di merasîmê de axivî got, “Hûn li şehîdê me xwedî derketin. Em ê heta dawiyê li têkoşîna wan xwedî derkevin.”
Serokê Rêxistina DBP’ê ya navçeyê Halîs Aktaş jî got, “Îro cîhan şahidiyê li dîrokekê dike. Kobanê bi derfetên kêm li ber xwe dide û 48 roj in li hember çeteyan sing bi sing têkoşînek tê dayîn. Cîhan şahidê vê ye. Kesên digotin wê Kobanê bikeve, dikeve dibînin. Lewma wê bîranînên rêhevalên me yên di vê rêyê de canê xwe dan têkoşîna me ronî bike.”
Hevşaredarê Wêranşar Emrullah Cîn jî bal kişand ser 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê û got, “Tevayî cîhan têkoşîna şêrên Kurdan dişopîne. Erê derfet kêm in, lê belê baweriya di dilê me de hêzê dide me. Her kes vê têkoşîna dîrokî dibîne. Îro tevayî cîhan ji bo Kobanê li ser piyan bû.” Piştî axaftinan girseya ku dua xwend bi dirûşman belav bû.