Çalakiyên ji bo Kobanê yên li Rojhilatê Kurdistan zelal dibin
Çalakiyên ji bo Kobanê yên li Rojhilatê Kurdistan zelal dibin
Çalakiyên ji bo Kobanê yên li Rojhilatê Kurdistan zelal dibin
Tevî hemû zext û zordariya Komara Îslamî ya Îranê jî gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo Kobanê derket kolanan. Bi armanca şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û di çarçoveya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê gel, Sine û Mahabad veguherand qada çalakiyan.
Tevî zextan jî bi sedan Kurdên Rojhilatê Kurdistanê li kolanên Mahabad bi dirûşmaya, “Heta ku Kurdek hebê Kobanê wê li ber xwe bide û Bijî YPG” meşiya. Beşdarên ku agahî dan Newroz TV bal kişandin ser coşa beşdaran.
Di meş û xwepêşandanên Sine de jî bêdengiya civaka navneteweyî hat şermezarkirin. Di çalakiya ku li Qada Eqbal pêk hat dirûşmayên, “Merg bo Tirkiye” û “Bijî Kobanê, Bijî YPG/YPJ” hatin gotin. Kesên xwestin beşdarî xwepêşandana li Sine ya li Qada Eqbal bibin terqarê ya Çarbax bi kar anîn. Girse di tevahiya rê de dirûşmayên, “Kobanê ti bi Sine Qehreman î”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” gotin. Piştî çalakiyê polîsên bi bombeyên gazê êrîşî girseyê kirin gelek kes binçav kirin.
Hat ragihandin ku yek ji bajarên Kurdan Ciwanro jî roja Înê ji bo Kobanê çalakî hat lidarxistin.
Dîsa li Bokan jî koma çalakger a bi navê Grûba Helwest bi daxuyaniyekê êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê şermezar kir, banga çalakiya lezgîn li raya giştî ya navneteweyî kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Kobanê rûmeta mirovatiyê diparêze.