Beştaş: AKP bi darazê dixwaze HDP’ê tasfiye bike!

Parlametera HDP’ê Meral Daniş Beştal li ser cezayê ku li Şaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan hatî birin helwest nîşan da û got AKP bi rêya darazê dixwaze partiya wan tasfiye bike.

Wekîla Sêrtê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş li dijî cezayê ku li Bakirhan hatî birîn daxuyaniyek da.

Beştaş got lîstika gemarî ya tifaqa AKP’ê bênavber didome. Beştaş bal kişande ser zext û zordariya li ser HDP’ê ya bi rêveberiya AKP’ê û got, ‘’Bi vê armac tasfiyekirina HDP’ê ye. Li hêlekê HDP’ê terorîze dikin, hedef nîşan didin û bi rêya darazên dixwazin HDP’ê tasfiye bikin lê ew hişmendiya ku jê weye bi vê wê bikaribe HDP’ê biqedîne, wê bi xwe tine bibe û mehkûmî tinebûnê ye. Ji ber ku HDP gel e û gelê me li dijî van hemû lîstikan weke her car wê helwesta xwe ya birûmet, bi serbilindî bidomîne. Cezayê ku li Bakirhan hatî birîn nişana wê ye ku desthilatdarî çendî di reweşke zor de ye û nema dikare rêveberiyê bike. Dema ku hiqûq diqede krîzên rêveberiyê xwe nîşan didin.’’

Beştaş dawiyê got divê demildest serxwebûna darazê pêk were û hikûmet destê xwe ji ser darazê bikişîne.