BERXWEDANA SERDEMÊ YA LI EFRÎNÊ DI ROJA 10'AN DE YE

'Berxwedana Serdemê' ya li Efrînê di roja 10'an de ye. Di êrîşên dagirkerên Tirk ên duh de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li dijî hêzên dagirker li ber xwe didin. Em rewşa dawî bi rengekî zindî radigihînin...

00:10

QSD’ê ragihand ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê ya li ser Gundê Hemamê ya navçeya Cindirês a Efrînê têk birine.

23:29

Di saetên şevê de balafirên şer ên Tirk bombe li gundên Îska, Celeme û Şadire dibarîne.

23:22

Êrîşên artêşa Tirk a dagirkirina Efrînê dewam dike. Artêşa Tirk a dagirker bi obusan navçeya Cindirês a Efrînê bombe dike.

19:48

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Efrînê, li gelek bajar û bajarokên Rojava  bi mîtîng û meşan hate protestokirin.

18:58

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker yên ku êrîşî Efrînê dikin, bi hev ketine.

18:13

Bi sedana welatiyên Efrînê cenazeyê Şehîd Avesta Xabûr û 23 şehîdên Berxwedana Serdemê li Goristana Şehîd Avesta a li gundê Kefer Şîlê ya girêdayî bajarê Efrînê bi merasîmeke bi heybet ve veşartin.

 

17:59

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Kevirê Ker û navenda navçeya Bilbilê bomberdûman dike. Li gorî agahiyên destpêkê welatiyekî sivîl birîndar bûye û ew rakirin nexweşxaneyên navenda Efrînê.

17:13

Rêveberiya Nexweşxaneya Avîrn û Meclîsa Tenduristiya Kantona Efrînê hejmara qûrbahiyên êrîşa artêşa Tirk û çeteyên wê eşkere kir û li gorî vê; di êrîşan de heta niha 60 şehîd û 153 sivîl birîndar bûne.

16:36

 

16:20

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk tankek din a artêşa Tirk a dagirker rûxand. QSD’ê ragihand ku wê dîmenên tangê biweşînin.

16:18

Fermandariya QSD’ê ragihand ku Avesta Xabûr a  ku di 27’ê Çileyê de li EfrÎnê li dijî  hêzên dagirker çalakiya fedayî lidar xist, bûye sembola berxwedana wan.

16:02

Li gundê Hemamê şer giran e

Di navbera dewleta Tirk a dagirker û şervanên QSD'ê de li gundê Hemamê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî giran diqewime.

15:43

Balafirên şer ên Tirk bombeyan li keleha Nebî Hûrî ya li navçeya Şera ya Efrînê dibarînin.

 

15:29

Bi hezaran kes li Hewlêrê xwedî li Efrînê derketin

Li Hewlêrê bi hezaran kes li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî li hev kom bûn û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin.

15:24

KCK: Em berxwedan û piştgiriya bêhempa silav dikin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, berxwedana li Efrînê berxwedana tevahiya mirovahiyê ye. KCK'ê çalakiyên li gelemperiya cîhanê ji bo Efrînê tên kirin silav kir û destnîşan kir ku êrîşan her wiha Kurd kirine yek.

 

14:52

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êrîşî Mizgefta Selahaddîn Eyûbî ya li Cindirêsê kir.

Ji ber bomberdûmanê zerareke mezin li mizgeftê bû. Quran jî di binê xirbeyan de ma.

ANHA'yê dîmenê mizgefta ku bombeyên dewleta Tirk ê bariyan weşand.

 

14:23

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker, bombeyan li gundên navçeya Şera ya Efrînê dibarînin.

 

13:31

Li Silêmanî bi deh hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê, li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.

 

12:26

Gelê Silêmanî ji bo Efrînê dimeşe.

 

12:05

Artêşa Tirk û çeteyên El Nûsra bombeyan diavêjin Cindirêsê

Navçeya Cindirêsê ya Efrînê û gundên wê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên El Nûsra ve tên bombekirin.

11:52

Balafirên şer ên Tirk li ser Efrînê digerin

11:44

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê dîmenê şerê li derdora gundê Kevirê Ker weşand.

 

11:35

Artêşa Tirk a dagirker, bomberdûmaneke giran li derdora navçeya Cindirêsê û gundê Hemamê dike.

11:01

Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê li ser piyan e

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.

 

10:32

Li gundê Gubelê yê Şerawayê, ji ber êrîşa duh a balafirên şer ên Tirk, 8 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, 4 sivîl jî birîndar bûn.

ANHA'yê dîmenên gundê ku komkujî lê hate kirin weşand.

 

10:31

Êrîşên bi balafirên şer ên li dijî Efrînê danê vê sibehê jî dewam kirin. Balafirên şer ên Tirk bombe li gelek gundên sivîlan barandin. Gundê Hemamê yê Cindirêsê û hin gundên Şerawayê bûn hedefa balafirên şer ên Tirk. Encama van êrîşan wê di nava rojê de zelal bibe.

10:24

Endama Navenda Ragaihandina YPJ'ê Aras (paşnavê wê nehat zanîn) li Efrînê di dema şopandina şer de birîndar bû.

 

10:16

Robert Fîsk kuştina sivîlan li Efrînê ji Independent re nivîsî

Rojnamevan û pisporê Rojhilata Navîn Robert Fîsk, li se bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û kuştina sivîlan li Efrînê, nûçeyee taybet amade kir.

 

10:15