Robert Fîsk kuştina sivîlan li Efrînê ji Independent re nivîsî

Rojnamevan û pisporê Rojhilata Navîn Robert Fîsk, li se bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker û kuştina sivîlan li Efrînê, nûçeyee taybet amade kir.

Rojnamevan û pisporê Rojhilata Navîn ê naskirî Robert Fîsk, ji nahiya Mabatî ya Efrînê, bomberdûman û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ji rojnameya The Independent re nivîsî û li ser kuştina sivîlan nûçeyeke taybet amade kir.

Fîsk ragihand, qurbaniyên rasteqîn ên êrîşan, gelê sivîl e û nivîsa xwe bi sernavê "Qurbaniyên rasteqîn ên dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Efrînê û Bakurê Sûriyeyê -Penaber, pitik, jin û zarok" weşand. Robert Fîsk tevî sivîlên di bomberdûmana balafiran de birîndar bûn, wêneyên xaniyên hatin xerakirin jî par ve kir.

'BI RENGEKÎ ÎRONÎK' ÊRÎŞ LI PENABERÊN EREB ÊN XWE LI GUND GIRTIN HATE KIRIN

Robert Fîsk bal kişand ser drama malbata Taha, Emîna, Zekiya û Suleyman El Khatr, ku sibeha 26'ê Çileyê di topbaranê de li gundê Mabetayê jiyana xwe ji dest dan û diyar kir ku ji vê malbatê tenê Safa yê 19 salî sax maye. Fîsk diyar kir, di êrîşa faşîzma AKP'ê de ku îdîa dike li dijî 'hedefên YPG'ê tên kirin, 'bi rengekî îronîk' Erebên ji gundê Tel Krahê hatine, hatin kuştin.

Fîsk da xuyakirin ku bedena mirovên hatine kuştin di rewşeke welê de ne ku mirov nikarin teheyûl jî bikin.

"GELO ARMANCA 'KUŞTINA ŞERVANÊN YPG'Ê DIKARE BIBE HINCETA ÊZ Û AZARAN?"

Di bomberdûmana giran a 21 û 22'ê Çileyê de li Cindirêsê Mûhammed Huseyîn ê 58 salî û Ahmed Kîndî yê 50 salî bi giranî birîndar bûbûn. Fîsk bi Huseyîn û Kîndî re axivî û wan jê re ragihandin ku li gundê wan ti şervanên YPG'ê nebûn, lê tevî vê yekê jî bombe li wan hatin barandin.

Di dewama nûçeya xwe de Fîsk ev pirs kir: "Şervanên YPG'ê li wir bûya wê çi bibûya? Gelo ev yek dikare ji êşa Danando Sîdo yê 15 salî re bibe hincet ku li gundê Adamo ji sîng û lingên xwe bi giranî birîndar bû û dema me xwest li Nexweşxaneya Efrînê pê re biaxivin, rûyê xwe yê bi rondikên çavan şil bûyî li me zîvirand."

Fîsk di hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku êşên jina bi navê Kîfa Mûssa ya 20 salî ku li gundê Meryamînê birîndar bû, bi bomberdûmana li dijî şervanên YPG'ê nikare bê vegotin. Ji bo Mûssa wiha got, "Bi wêrekî li Dr. Polat û li min dikene. Lê em nizanin bê haya wê jê heye ku birayê wê jiyana xwe ji dest daye yan na."

DAXUYANIYÊN TIRKIYEYÊ: 'GOTINÊN TEWŞ' KU DI HER ŞERÎ DE MIN EW BIHÎSTIYE

Robert Fîsk li nexweşxaneya li Efrînê serdana zarokên ji gundê Cindirêsê jî dike ku di bomberdûmana dewleta Tirk de birîndar bûn. Fîsk bal kişand ser daxuyaniyên Ajansa Anadolû ya dewleta Tirk ku hewl dide qurbaniyên rastî yên bomberdûmanê veşêre.

Fîsk diyar kir, daxuyaniyên piştî her êrîşê tên kirin, bomberdûmanên li şerê ku sivîl lê tên kuştin tînin bîra wî û wiha dewam kir: "Dema ku li qewîşên Nexweşxaneya Afrînê digeriyam, ez li vê fikirîm, 'Min ev gotinên tewş berê li ku bihîst?' Gelo ev ne ew gotin bûn ku di êrîşa balafirên şer ên Îsraîlê yên li Başûrê Lubnanê li dijî 'terorîstan' hate kirin, li Yûgoslavya berê di êrîşa balafirên şer a dijî 'Hêzên Sirp' de hate kirin, salên 1991 û 2003'an li dijî 'hêzên' Iraqê û li Afganîstanê hatin kirin, par jî li Mûsilê di her êrîşa DYA de hatin dubarekirin bûn?' Hemû jî bi operasyona 'nuqteyê', hem jî bi 'hesasiyeta ji bo sivîlan' hatin kirin û bi dehan, bi sedan an jî bi hezaran mirî û birîndar li pey xwe hiştin. Êrîşên bi balafirên şer (Îsraîl, NATO, DYA, Tirkiye) bi derewan û bi qurbaniyan hev xwedî dikin."

'DIVÊ JIYAN Û MIRINA MRIOVÊN SIVÎL JÎ WERIN NIVÎSANDIN'

Fîsk da xuyakirin ku ji doktorên Nexweşxaneya Efrînê Cewad Polat, qeydên mirî û birîndaran bi wan re par ve kiriye û anî ziman ku Dr. Polat jê re ragihandiye ku roja destpêkê di êrîşan de cenazeyên 4 şervanan û di nava hefteyê de jî cenazeyê 7 şervanan hatine anîn.

Fîsk xebatkarên medya cîhanê rexne kir û got, "Ji ber ku ev ne tenê statîstîk in, ev mirovên rast in. lewma wezîfeyeke nûçegihanî û rojnamevaniyê ye ku jiyana van mirovên sivîl (an jî mirina wan) bê nivîsandin." Di dewama nivîsa xwe de Fîsk navê gelek sivîlên ku bi birîndarî anîn nexweşxaneyê û piştre jiyana xwe ji dest dan, nivîsand. Fîsk diyar kir ku di nava qeydên nexweşxaneyê de 10 zarok, 7 jin û 17 mêr ên sivîl ên jiyana xwe ji dest dane hene û got, yek ji kesên jiyana xwe ji dest dane pitikekî 1 salî Wael El Hûseyîn e ku ji gundê Cebbara ye.