Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê li ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Çawa ku Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, Efrîn jî li bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide."
KCK'ê çalakiyên ji bo Efrînê tên lidarxistinw eke "destek û piştevaniyeke bêhempa" bi nav kir û xwest, ev çalakî bidomin.
Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê wiha ye:
'EFRÎN JI BO MIROVAHIYÊ LI BER XWE DIDE'
"Gelê Efrînê li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide. Gelê Kurd û mirovahiya demokratîk jî xwedî li berxwedana Efrînê dedikevin û piştgiriya wê dikin. Efrîn rûmeta mirovahiya demokratîk û xwedî wijdan temsîl dike. Çawa ku Kobanê ji bo mirovahiyê li ber xwe da, Efrîn jî ji bo tevahiya mirovahiyê li ber xwe dide. Ji ber vê yekê, gelên cîhanê roj bi roj hê bêhtir xwedî lê derdikevin.
Gelê Kurd û hêzên demokrasiyê baş dîtine ku dagirkirina Efrînê êrîşa qirkirina gelê Kurd û eciqandina tevgera hêzên demokrasiyê li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê gelê Kurd li her cihê lê ye, tevî hêzên demokrasiyê û dostên Kurdan rabûye ser piyan. Di serî de li Ewropayê li çar aliyên cîhanê li dijî dagirkirina Efrînê meşiyane. Kurd cara yekê ye di vê astê de bi hev re tevdigerin. Kurdên ji her nêrîna siyasî, ji her parçeyan tevî hêzên demokrasiyê mezintirîn xwepêşandanên demokratîk ên 10-15 salên dawî li dar xistin. Em gelê xwe û hemû hêzên demokrasiyê yên ku ev çalakî li dar xistine bi rêzdarî silav dikin.
KURD Û HÊZÊN DEMOKRASIYÊ BÛN YEK
Berxwedana Efrînê hem Kurd gihandiye hev, hem jî hêzên demokrasiyê. Li dora berxwedana Efrînê hem Kurd bûne yek, hem jî hêzên demokrasiyê bi hev re tevbigeriyane. Rabûna li ber dagirkeriyê li gelemperiya cîhanê, hêz û moral daye berxwedana Efrînê.
Piştî ku gelê Kurd li Ewropayê û gelemperiya cîhanê rabû ser piyan, gelê berxwedêr ê Efrînê û hêzên wê yên parastinê, ji bo bersivê bidin vê destek û pêbaweriyê, wê bi moraleke hê mezintir, bi biryardarî û xurt li ber xwe bidin. Wê ev nirxên mezin ên berxwedêran bên dîtin û bi coşeke hê mezintir ji bo tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê li ber xwe bidin. Berxwedêrên Efrînê baş zanin ku ew ji bo gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê li ber xwe didin. Çalakiya fedayî ya Avesta Xabûr jî nîşaneya asta bilind a vê têgihiştinê ye.
LI BAŞÛR RUHÊ YEKÎTIYÊ AFIRÎ
Ruhê yekîtiyê ku berxwedana Efrînê li Başûrê Kurdistanê afirand gelekî girîng e. Gelê Başûrê Kurdistanê bi moral û coşeke mezin xwedî li berxwedana Efrînê derdikeve. Ev xwedîderketin hem ji bo xurtkirina yekîtiya Kurdan, hem jî ji bo xwedîderketina hemû Kurdan li berxwedana Efrînê gelekî girîng e. Ev rastî radixe pêş çavan ku êrîşa li dijî Efrînê weke êrîşa li dijî destketiyên li hemû parçeyên Kurdistanê ye, lewma gelê Kurd bend daniye ber dagirkirina Efrînê. Gelê Kurd dewleta Tirk weke serkêşê dijminatiya li KUrdan dibîne. Rûdana vê hişmendiyê li dora Efrînê, ji bo parastian hemû destketiyên li gelemperiya Kurdistanê girîng e. Ev hişmendiya ku di dema dagirkirina Kerkûkê de derket holê, bi dagirkirina Efrînê re mayinde bû û sekna polîtîk û xeta têkoşînê ya hemû Kurdan zelaltir û xurtir kiriye.
Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê, bê dilê wan jî be bi dagirkirina Efrînê re parçebûna Kurdan ji holê rakiriye. Mirov dikare bêje ku ev êrîş bûye wesîleya hişyarbûnê. Ev yekîtiya Kurdan a afirî, wê faşîzma AKP-MHP'ê poşman bike ku ji dijminatî û qirkirina Kurdan re pêşengiyê dike. Ji bo gelê Kurd bibe xwedî jiyaneke azad û demokratîk wê bi roleke dîrokî rabe.
DIVÊ ÇALAKÎ DEWAM BIKIN
Berxwedana Efrînê yekîtiya Kurdan afirand, kir ku Kurd û hêzên demokrasiyê bigihêjin hev û hê di hefteya destpêkê de bi rola xwe ya dîrokî rabû. Berxwedana ji niha û pê ve wê li ser bingeha pêkanîna jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd be, li ser bingeha demokratîkkirina Rojhilata Navîn be. Ji bo mirovahiyê jî wê weke berxwedana herî watedar cihê xwe di nava rûpelên dîrokê de bigire.
Divê gelê Kurd, hêzên demokrasiyê û dostên gelê Kurd vê piştgirî û desteka xwe ya bêhempa ya ji bo berxwedana Efrînê bidomînin, heta ku êrîşên hêzên dagirker werin şikandin li ser piyan bin. Em vê destek û piştevaniya bêhempa ya gelê me û hêzên demokrasiyê careke din bi rêzdarî silav dikin û pê bawer in ku ev keda wan wê Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirîne."