Li Silêmanî bi deh hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Efrînê, li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.

Bi banga "Eniya Efrînê" ku ji gelek rewşenbîr, nivîskar, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û parlamenteran pêk tê, îro bi deh hezaran kes li Silêmanî ji bo Efrînê meşiyan.

Meşa ku saet 11'an li Saholeke dest pê kir bi beşdariya deh hezaran kesî heta Baxê Giştî dewam kir. Di meşê de posterê şervana YPJ'ê Avesta Xabûr a ku li gundê Hemamê yê Efrînê çalakiya fedayî li dijî artêşa Tirk a dagirker kir, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên YPG/YPJ'ê hatin hildan. Çalakgeran guliyê dara zeytûnê jî hildan û dirûşmên "Bijî berxwedana Efrînê" û "Efrîn berxwedan e, Silêmanî piştevan e" qîriyan.

Bi navê Eniya Efrînê Mamoste Hêmin piştî meşê axivî û êrîşa dagirkeriyê ya dewleta Tirk şermezar kir. Mamoste Hêlîn got, "Sedan sal in xwîn, rondikên çavan û zilm li gelê me rewa dibînin. Ev yek her carê bi maskeyeke cuda hate kirin. Dewleta Tirk îro dixwaze Efrînê dagir bike. Ya ku êrîş lê tê kirin modela azad a gelê me yê li wir e. Heta niha bi sedan mirovên me hatin kuştin."

Mamoste Hêmin bang li rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokrasiyê û raya giştî ya navneteweyî kir ku li pêşberî komkujiyan bêdeng nemînin û bikevin nava liv û tevgerê. Mamoste Hêlîn got, "Em ê ti carî dagirkeriya dewleta Tirk qebûl nekin."

Ji Tevgera Goran Parlamenter Perwa Elî bi navê Parlamenta Başûrê Kurdistanê axivî û anî ziman ku dewleta Tirk bi rengekî vekirî Efrîn dagir kiriye û êrîşî gelê Kurd dike. Elî destnîşan kir ku divê parlamenta Başûrê Kurdistanê bêdeng nemîne û bi bîr xist hejmara baregehên leşkerî Yên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bûne 18. Elî got, "Ji bo girtina van baregehên leşkerî berê parlamentê biryar dabû. Divê gava di vî warî de tavilê were avêtin. Ez berxwedana Efrînê silav dikim, Efrîn bi tenê nîne."

Bi navê KNK'ê Abdullah Mele Nûrî peyivî û anî ziman ku dewleta Tirk li dijî hemû Kurdan şer îlan kiriye û got, "Amed, Hewlêr, Silêmanî, Cizîr, Mahabad hemû Kurdistan bi vê zane. Li dijî vê divê em bibin yek."

Serokê Yekîtiya Alimên Olî ya Kurdistanê Mele Necmeddîn jî got, "Ez ê tiştekî siyasî nebêjim. Erdogan ê sextekar bi bikaranîna ol li dijî Kurdan şer dike. Ya emê li dijî vê bibin yek û bi ser bikevin, ya jî em ê hemû şehîd bikevin. Efrîn wê nekeve. Em ê destûra vê nedin."

Piştî çalakiyê hat ragihandin ku komek ji ciwanan wê sibe ji Silêmanî biçe Efrînê.