Başûrê Kurdistanê ji bo Efrînê li ser piyan e

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê çalakî tên lidarxistin.

"Eniya Efrînê", ku çend roj berê ji aliyê komek ji rewşenbîr, nivîskar, nûnerên civaka sivîl û parlamenteran ve hate avakirin, li Silêmanî û Hewlêrê çalakiyan organîze dike.

Çalakiya li Silêmanî saet 11'an li Saholeke dest pê dike. Girseya gel wê ji vê derê ber bi Baxê Giştî ve bimeşe û piştre daxuyaniyekê bide çapemeniyê. Bi sedan welatî li Saholeke li hev civiyane.

Meşa li Hewlêrê jî wê ji ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê dest pê bike û piştre wê daxuyanî bê dayin. Çalakger wê bixwaze qada hewayî ya Sûriyeyê li firîna balafirên şer were girtin.

Piştî çalakiyê wê serdana konê sersaxiyê were kirin ku ji bo şervanê YPG'ê yê li Efrînê şehîd bû hate vedan.