Ciwanan li dijî dagirkirinê avêtin ser konferansa çapemeniyê ya hikûmeta Elman

Ciwanên ku bikaranîna çekên Elman a ji aliyê Tirkiye ve ya di dagirkirina Efrînê de bikar tînin protestokirin, di konferansa çapemeniya Hikûmeta Federal de çalakiyek lidar xistin.

5 ciwanên ku rûyên wan girtî çûn konferansa çapemeniya ya ku nûnerên Hikûmeta Federal bersivên pirsên rojnavevanan dida, pankart vekirin û piştgiriya çekan a Elmanya protestokirin.

Ciwanên ku di destê wan de alêyn YPG/YPJ’ê pankartên bi nivîsa “Şer ji vir destpê dike, em Efrînê biparêzin”, “Firotina çekan rawestînin”, “Bijî Berxwedana Efrînê” û “YPG/YPJ” vekirin.

Di çalakiyê de ciwanan tim dirûşmên bi Elmanî ên mîna “Tankên Elman ji Kurdistanê derkevin” û “Çek û pereyên Elman li her devera cîhanê mirovan qetil dike” qîr dikirin.

Çalakvanan li beşa ku rojnamevanan konferans dişopandin têkildarî Efrînê belavok li hewa belavkirin, piştre jî dawî li çalakiya xwe anîn.

Derketibû holê ku tankên bi tîpa Leopard 2A4 ên Elman di dagirkirina Efrînê de gelek caran wêneyên wan hatibûn kişandin, hikûmetê xwe avêtibû bextê direwên têkildarî vê mijarê ‘têra xwe agahî nîne’.