Bajarên Tirkiyeyê ji bo Kobanê li ser piyan bûn
Bajarên Tirkiyeyê ji bo Kobanê li ser piyan bûn
Bajarên Tirkiyeyê ji bo Kobanê li ser piyan bûn
Bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê li bajarên cuda yên Tirkiyeyê bi deh hezaran kesên derketin kolanan, DAIŞ û AKP şermezar kirin û berxwedana Kobanê silav kirin. Polîs ku li gelek deveran êrîşî çalakiyan kirin, gelek kes hatin binçavkirin.
ENQERE
Li Enqere di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de li 3 nuqteyên cuda çalakî hatin lidarxistin. Çalakiya ewil Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle, nûnerên sendîka, rêxistinên ked û pîşeyan, partiyên siyasî, rêxistinên Elewiyan berî kongreya ÎHD'ê hatin cem hev û li ber avahiya Şaredariya Çankayayê daxuyanî dan çapemeniyê. Serokê Giştî yê Ozturk Turkdogan daxuyanî xwend û diyar kir ku ji bo wan berxwedana Kobanê tê wateya parastina mafên mirovan.
Bi hezaran endamên Platforma Piştgiriya bi Kobanê re ya Enqere jî li Kolana Olgunlarê hatin cem hev û ber bi Kolana Yuksel ve dest bi meşê kirin. Di meşê de ji bo Kobanê slogan hatin berzkirin. Piştî meşê Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku gelê Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê berxwendaneke mezin li dar xisitn û wiha got: "Li Kobanê mirovahî ber xwe dide. Em deng bidin berxwedana mirovahiyê." Piştre Hevseroka HDP'ê Fîgen Yuksekdag jî axaftinek kin kir. Yuksekdag, diyar kir ku êdî doza azadiya Kobanê bûye doza cîhanê û Kobanê ji bo rûmeta cîhanê ber xwe dide û wiha got: "Îro hemû cîhan bi Kobanê re ber xwe dide. Ev mîlada berxwedana azadiyê ye. Piştî demek dirêj hemû netewe ji bo doza gelekî hatin cem hev. Hemû cîhanê dilê xwe dnaî ber dilê berxwedana Kobanê û xwedî li berxwedanê derket."
Meclîsa Jinan a HDK'ê Enqere jî li Kolanan Konurê ji bo Kobanê çalakî li dar xistin. Li ser navê jinan Elîf Korour Onen daxuyanî xwend û wiha got: "Ji Kobanê re silav be. Ji YPG û YPJ'ê re silav be. Ji bo jinan tu caran têkoşîn xilas nabe."
KONYA
Li Konyayê jî bi heman armancê HDP'ê daxuyanî da çapemeniyê. Hevserokê Rêxistina HDP'ê Nurhal Erkal diyar kir ku divê ji bo mirovahiyê hemû kes piştgiriyê bide berxwedana Kobanê.
KIRŞEHÎR
Li Kirşehîrê jî bi heman armancê ji ber avahiya HDP'ê heya Qada Cacabey meşa hate lidarxistin. Di meşê de dirûşmên "Bijî berxwedanê Kobanê" û "Kobanê wê ji DAIŞ'ê re bibe gor" hatin berzkirin.
YALOVA
Li Yalovayê welatiyên ku li ber avahiya DBP'ê hatin ba hev xwestin meşê li dar bixin lê rastî astengiya polîsan hatin. Avahiya DBP'ê ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin û cadeya avahî lê ye ji trafîkê re hate girtin û nehiştin welatî biçin DBP'ê. DBP'iyên li hemberî vê helwestê nerazîbûn nîşan dan li ber avahiya DBP'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
KOCAELÎ
Li Kocaeliyê ji bo rojê gel li Parka Cumhuriyetê hatin cem hev. Ji bo Kobanê dirûşm hatin berzkirin û di daxuyaniya hate kirin de hate gotin ku êrîşên li dijî Kobanê tenê pirsgirêka Kurdan nîn e pirsgirêka hamû mirovahiyê ye. Di çalakiyê de banga xurtikirina piştgiriya ji bo Kobanê hate kirin.
ÇANAKKALE
Li Çanakkaleyê hêzên demokrasî û kedê li Qada Îskeleyê ya Gestaşê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de berxwedana Kobanê hate silavkirin. Welatiyên ji Bîga û Eceabatê hatin di ketina bajar de ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û kontrola GBT'ê hate kirin. Piştî daxuyaniyê welatiyan çalakiya rûniştinê li dar xistin. Li aliyê din polîsan 5 kesên xwestin biçin cihê çalakiyê binçavkirin.
BURSA
Li Bursayê jî welatiyên li ber avahiya DBP'ê hatin cem hev daxuyanî dan çapemeniyê û berxwedana Kobanê silav kirin. Di çalakiya ku dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" hate berzkirin de di dawiyê de çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.
EDENE
Li Edene di çarçoveya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê bi hezaran welatî li Qada 5 Ocak hatin cem hev bi pankartên ji bo Kobanê Kolana Çakmak ji tirafîkê re girtin û ber bi Parqa Înonu ve meşiyan. Jin bi kincên gelerî tevlî meşê bûn û dirûşme hatin berzkirin. Piştî meşê li Parka Înonû rêzgirtin pêk hat û Serokê Şaxa Egîtîm Senê Ahmet Karagoz daxuyanî da çapemeniyê. Karagoz, diyar kir ku berxwedana Kobanê tenê ji bo gelê Kurd nîn e û ji bo hemû gelên alîgirên aştiyê û wekheviyê ye. Karagoz, anî ziman ku ji 6'ê Cotmehê heya niha li çar aliyên cîhanê gel ji bo Kobanê rabûn ser piyan. Karagoz, da zanîn ku li gel li hemû cihanê ev geşedan pêk hatin hikûmeta AKP'ê bi şîdet û zextan bersiva daxwazên gel da.
Piştî daxuyaniyê hunermendên NÇM'ê stran gotin û çalakî bi dawî bû.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî bi heman armancê bi hezaran kes li Parka Ozgur Çocuk hatin cem hev û çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de ji bo Kobanê dirûşm hatin berzkirin û pankrat hatin vekirin. Ji bo kesên li Kobanê jiyana xwe ji dest dan pêşengeha wêneyan hate vekirin. Di bernameyê de Endamê Platforma Piştgiriya Kobanê ya Mêrsînê Hakan Aktaş, diyar kir ku berxwedana Kobanê di roja 48'an de didome. Piştî axaftina Aktaş makezagona Rojava hate xwendin.
HATAY
Li navçeya Îskenderunê ya Hatayê jî bi hemana armancê daxuyanî hat dayîn. Bi sedan welatî li Parka Boyacilar hatin cem hev û ji bo Kobanê slogan berz kirin. Serokê Rêxistina HDP'ê yê Îskenderunê Selçûk Saglam daxuyanî xwend û diyar kir ku berxwedana Kobanê di roja 48'an de berdewam dike.
Piştî daxuyaniyê çalakî bi zîncîra mirovan bi dawî bû.