Artêşa Sûriyeyê li nêzî Humsê hin herêm ji nû ve bi dest xist

Artêşa Sûriyeyê li nêzî Humsê hin herêm ji nû ve bi dest xist

Artêşa Sûriyeyê hin herêmên ku hefteya buhrî ketibûn destê çeteyên DAIŞ kir bin kontrola xwe.

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, diyar kir ku artêşa Sûriyeyê herêma rezervên gazê û şîrketeke gazê yên hefteya buhrî ketibû destê çeteyên DAIŞ ji nû ve bi dest xist.

Rêxistinê diyar kir ku herêma Jar û Mar a li nêzî Humsê û şîrketa gazê ji nû ve ketiye kontrola artêşa Sûriyeyê.