Çakmak: Desthilatdarî li her derê tengijiye

Hevberdevkê Stenbolê yê OHP’ê Serhat Çakmak desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê nirxand û diyar kir ku desthilatdarî li her derê tengijiye û got “Rewşa Awarte qediyabe jî ji bo Kurdan didome.”

Nerazîbûnên li hemberî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê didome. Çalakiyên rûniştinê û dengderxistinê yên li her sê bajaran li bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî didome.

Hefteya borî parêzeran li Edliyeya Çaglayanê ya Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dabûn û polîsan êrîşî wan kiribû. Li Îzmîrê jî heman rewş pêk hatibû. Hevberdevkê Stenbolê yê OHP’ê (Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz) Serhat Çakmak peywirdarkirina qeyyûman û êrîşên li dijî çalakiyan nirxand.

DI WARÊ HIQÛQÎ DE BINGEHA QEYYÛMAN TUNE

Çakmak diyar kir ku qeyyûmên li Amed, Wan û Mêrdînê hatine peywirdarkirin di warê hiqûqî de tu bingeha wê tune. Çakmak bal kişand ser vî tiştî ku sedema jikarstendina hevşaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ne cîddî ye û got “Îddîayên li ser hevşaredaran hê jî darizandina wê didome û ev îddîa beriya hilbijartina wan e. Saziya Bilind a Hilbijartinê diyar kiriye ku ev kes dikarin bibin şaredar lê a niha ev kes ji kar tên stendin. Ji ber vê jî bingeha hiqûqî ya vî tiştî tune.”

ÎRADEYA GEL HATIYE DESTESERKIRIN

Çakmak diyar kir ku ev tişt êrîşa li ser mafê hilbijartinê ye û tê wateya desteserkirina îradeya gel. Çakmak got ku “Desteserkirina îradeya gel di dewletên hiqûqî yên demokratîk de tuneye. Di heman demê de piştî peywirdarkirina qeyyûman kesên ku xwestine mafê xwe yê protestoyê bi kar bînin jî polîsan êrîşî wan kirine û ew destgîr kirine. Li Îzmîrê gelek parêzerên ku daxuyaniya çapemeniyê dan, hatin destgîrkirin. Li gelek bajaran jî meş û xwepêşandan ji aliyê walîyan ve 10-15 rojan hatine qedexekirin. Dema ku mesele HDP û Kurd bin, Rewşa Awarte biqede jî ji bo HDP û Kurdan didome.”

Çakmak diyar kir ku desthilatdarî di her qadê de tengijîbû yan ew ê gavên demokratîkbûnê biavêta yan jî wê polîtîkayên konsepta şer têxista meriyetê û got “A niha rêya duyemîn tercîh kir. Wezîfedarkirina qeyyûman di warê hiqûqî de tu bingeha wê tune û pêngaveke siyasî ye. Ji ber geşedanên li Rojava, Tirkiyeyê di siyaseta xwe ya navxweyî de ev tişt kiriye.”