4. Festîvala Ivana Hoffmann pêk hat

Festîvala 4. a ji bo bîranîna şervana MLKP'ê Ivana Hoffmann a li Rojava şehîd bû, bi şiyara "Ji Dûîsbûrgê heta Rojava bijî têkoşîna antî-faşîst" li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê pêk hat.

Festîvala êvara Înê bi forûmekê dest pê kir. Roja Şemiyê girseya gel saet 13'an ji ber gara trenê ya Dûîsbûrgê dest bi meşê kir û heta qada festîvalê meşiya.

Bi sedan kes tevlî meşê bûn û bi qîrîna dirûşmên "Ji Dûîsbûrgê heta Rojava, navê berxwedanê Ivana Hoffmann e", "Jin, jiyan, azadî" bi qasî 2 kîlometreyan meşiyan.

Festîvalê saet 15'an dest pê kir û komên muzîkê yên ji Afrîka, Elman û Kurd derketin ser dikê. Dayika Ivana Hoffmann Ella Hoffman, nûnerên Partiya Çep a Elman (Dîe Lînke), Yekîtiya Jinên Sosyalîst, KCDK-E û parlamentera berê ya Wanê ya HDP'yî Tûba Hezer li festîvalê axivîn.

Qisekeran bal kişandin ser têkoşîna Ivana û hevalên wê.

Piştî axaftinan komên muzîkê bi Kurdî, Erebî û Elmanî hunera xwe pêşkêş kirin.

Ivana Hoffmann, 7'ê Adara 2015'a li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ'ê de şehîd bûbû.