3 ji 7 binçavkiriyên li Sêrtê hatin girtin

3 ji 7 binçavkiriyên li Sêrtê hatin girtin

Li Sêrtê, 3 ji 7 kesên di serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, hatin girtin.

7 kesên roja Pêncşemê di serdegirtinên malan ên li taxên Bariş, Sakarya û Ûlûsê hatin binçavkirin, duh danê êvarê li dû karê li emniyetê radestî Edliyeya Sêrtê hatin kirin.

Li dû kar û barên li dozgeriyê, bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hatin kirin û ji van Marûf Taşçi, Selahattîn Çetîn û Mûhsîn Ozalp bi îdîaya "Tevî ku ne endamê rêxistinê ye jî li ser navê rêxistinê sûc kiriye" hatin girtin û li Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê hatin bicihkirin.