18 darbest amade ne

18 darbest amade ne

Heta niha hewldanên rizgarkirinê yên ji bo 18 karkerên ku li navçeya Ermenek a Karamanê di kana komirê de mane, tu encamek nehatiye bidestxistin. Hate ragihandin ku li Nexweşxaneya Dewletê ya Ermenekê 18 darbest ji bo karketên di kanê de asê mane hatine amadekirin. Karkerê bi navê M.Ş. ku tevlî xebatên rizgarkirina karkeran bû, da zanîn ku wî cenazeyek dîtiye.

Xebatên rizgarkirinê ya ji bo karesata kanê ya ku li navçeya Ermenek a bajarê Tirkiye Karamanê pêk hat û 18 karker di kanê de asê man, ketiye roja 6'emîn. Hate ragihandin ku beşeke mezin a ava di kanê de hatiye valakirin û ji ber zexta gazê ya di kanê de xebatên rizgarkirinê hêdî tê meşandin. Hate ragihandin ku ava di kanê de 2 hezar û 500 metre daketiye.

Li aliyeke din malbatên kesên di kanê de asê mane, gava hatin cihê kanê, nasnameyên wan ji aliyê polîsan ve hate kontrolkirin û malbatan nerazîbûn nîşan dan. Piştî nerazîbûna malbatan, polîsan dest ji kontrolkirina nasnameya malbatan berdan û tedbîrên ewlehiyê yên li derdora kanê hatin zêdekirin.

Rayedarên hikûmeta Tirk da zanîn ku xebatên ji bo rizgarkirinê berdewam dikin û heta niha negihiştine tu encamekê. Lê li aliyeke din hate ragihandin ku ji bo cenazeyên her 18 karkeran li Nexweşxaneya Dewletê ya Ermenekê hatine amadekirin û li benda karkeran in.

Karkerê bi navê M.Ş. ku tevlî xebatên rizgarkirina karkerên hevalên xwe bû, da zanîn ku di encama xebatên rizgarkirina karkeran de cesedê karkerek hatiye dîtin. Karkerê navborî diyar kir ku ekîbên rizgarkirinê nehiştine nêzî cenaze bibin û wî ji dûr ve dîtiye.