11 kes li Stenbol û Mûşê hatin binçavkirin

11 kes li Stenbol û Mûşê hatin binçavkirin

Polîsên li Stenbolê êrîşî meşa ji bo Kobanê kirin 6 kes binçav kirin. Li Mûşê ji 19 kesên ku hatin binçavkirin 14 kes hatin berdan, wê 5 kesên din ji sibe sewqî dadgehê bikin.

Li Taxa Kanarya ya Kûçûkçekmece ya Stenbolê polîsan êrîşî meşa roja cîhanê ya Kobanê kirin. Polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseya li ser cadeya Şahîn kirin, ciwanan jî bi kevir û şûşeyan bersiv dan. Di mûdaxaleya polîsan de 6 kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku 6 kesên hatine binçavkirin birine Navenda polîsan a Kanarya.

Li Mûşê jî piştî çalakiya piştevaniya bi Kobanê re di encama mûdaxaleya polîsan de ji 19 kesên hatine binçavkirin 14 kes ji wan hatin berdan. Zarokên bi navên Y.A., D.O., M.K., M.S û welatiyê bi navê Halîl Çîçek bi sedema tevlî çalakiyên 6-8’ê Cotmehê ên ji bo piştgiriya ji Kobanê re bûne li Midûriyeta Polîsan a Mûşê tên ragirtin wê sibe sewqî dadgehê bên kirin. Li gel vê malbata zarokê bi navê E.A yê 11 salî ku ji ber qapsûla bombeya gazê lingê wê ket û birîndar bû wê sibe giliyê polîsan bike.