Milîsên MAK’ê li wesayîta leşkerî xistin

Milîsên MAK’ê li Êlihê bi bombeyên dest li wesayîta leşkerî xistin û herî kêm 3 dagirker birîndar bûn.

MILÎSÊN MAK’Ê

Milîsên Azadiya Kurdistan (MAK), li dijî Komploya 9’ê Cotmehê li Êlihê li wesayîta leşkerî xistin.

MAK’ê daxuyaniyeke nivîskî da û ev agahî parve kirin:

“Milîsên me roja 9’ê Cotmehê di derdora saet 03.00’an de li mevkiya bazara Genim a taxa Baglar a Êlihê, li wesayîta zirxî ya tîpa Akrep a girêdayî Fermandariya Cendirmeyan a Bajar xist. Milîsên me di dema dewriyeyê de leşkerên dagirker xistin kemînê û bi rengekî bi bandor ji mesafeyeke nêz li wesayîtê xistin. Yek ji bombeyan li serê wesayîtê, yan din jî li binê wesayîtê ket. Di encama teqînên bitund de, wesayîtê derbeyeke giran xwar û di encama çalakiyê de ji dagirkerên di hundirê wesayîtê de, yek jê giran herî kêm 3 leşkerên Tirk birîndar bûn. Cihê bûyerê demek dirêj hate dorpêçkirin û wesayîta zirxî ya derbe xwarî, bi wesayîta kişandinê ji herêmê hate rakirin. Dagirkerên birîndar bi ambûlansê rakirin nexweşxaneya leşkerî ya li Amedê. Milîsên me bi rengekî biewle ji qada çalakiyê vekişiyane.”

MAK’ê destnîşan kir ku ew ê bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî dagirkeran têk bibin û ev peyam jî da: “Tevgera azadiya Kurdistanê û Rêber Apo îro bûne gerdûnî û bûne hêviya azadiyê ya gelên cîhanê.”