BI DÎMEN

Mîtînga Azadiyê: Gel astengiyan nas nake, li ber xwe dide

Bi hezaran kesên ku ji bajarên cuda ber bi Amedê ve bi rê ketin, li astengiya polîsan rast hatin. Gel bi berxwedanê astengiyê şermezar dike.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşma 'Em li dijî komployê li ber xwe didin, ji bo azadiyê li Amedê li hev kom dibin' îro li Amedê mîtîngek tê lidarxistin.

Lê belê bi hinceta biryara qedexeyê ya walîtiyan, polîsan li deverên cuda yên Amedê bi hezaran kes rawestandin. Piştî astengiyan li gelek bajaran jî çalakiya rûniştinê hate destpêkirin.

LI ÊLIHÊ ÇALAKIYA RÛNIŞTINÊ Û BIRÎNA RÊ

Bi sedan kesên ji Êlihê xwestin xwe bigihînin Amedê, li derketina bajêr ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin. Şêniyan li dijî astengiyê rê girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk got, "Biryara Walîtiya Amedê ji bo Êlihê derbas nabe. Mafê me yê ger û geştê tê astengkirin."

LI SÊRTÊ ÇALAKIYA ŞERMEZARKIRINÊ YA BI GOVENDÊ

Komên ji Sêrtê bi rê ketin, li derketina bajêr li astengiya polîsan rast hatin. Şêniyan nerazîbûn nîşanî astengiyê dan û bi gerandina govenda 'azadiyê' dest bi çalakiyê kirin.

LI AMED Û DERDORA WÊ BERXWEDAN

Şêniyên ji navçeya Elkê ya Şirnexê gihîştin Amedê, serê sibehê li Qada Şêx Seîd a li navçeya Sûr a Amedê li hev kom bûn. Polîsan bi zorê kom li wesayitan siwar kir û bir derveyî bajêr. Makbûle Aşan got, "Em ê mîtînga xwe lidar bixin, kes nikare bibe asteng. Em vê zordariyê qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin. Bijî Kurdistan."

LI WANÊ ÇALAIYA RÛNIŞTINÊ

Li Wanê bi sedan kes li Parka Îpekê li hev kom bûn. Girseya gel li hemberî astengiya polîsan dest bi çalakiya rûniştê kir û dirûşmên 'Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin' û 'Na ji şer re, aştî niha' qîriya. Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Veysî Dîlekçî got, "Ev biryara qedexeyê dijberiya li aştiyê ye. Heta ku tecrîda li ser Birêz Ocalan neyê rakirin çareserî pêk nayê."

'HER DER AMED, HER DER BERXWEDAN'

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî nerazîbûn nîşanî astengkirina mîtîngê da û got, "Kurdan li ber we serî netewand, dostên wan jî wê serî netewînin. We mîtînga li Amedê qedexe kirin, lê belê ji bo me her der Amed e. Her der qada berxwedanê ye."

Li van hemû bajaran li hemberî qedexeyê bi daxwaza aştî û azadiyê çalakî dewam dikin.