BI DÎMEN

Li gundê Seyid Cejnî garis tê çandin

Dilşad Elî yê ku niştecihê gundê Seyid Cejnî ye û li gundê xwe mijûlî karê çandiniyê ye, wiha got: "Her sal em li gundê xwe gelek berheman diçînin, îsal jî min garis çandiye, lê hikûmet qet alîkariya me nake."

Dilşad Elî Ehmed niştecihê gundê Seyid Cejnî ye ku girêdayî Kifriyê ye li Germiyanê. Li gundê Seyid Cejnî di navbera 40 û 50’î de mal hene û piraniya niştecihên gund mijûlî çandiniyê ne. Dilşad Elî têkildarî çandina garis li gundê xwe ji ANF’ê re axivî.

Dilşad Elî Ehmed têkildarî çandina garis wiha got: "Ji meha heftan heta meha heştan demsala çandina garis e. Garis mesrefeke zêde dixwaze û carinan nexweşî lê dikeve."

"Dema reşandina tovê garis ji yekê meha heftan dest pê dike û heta yekê meha heştan dewam dike. Eger piştî wê demê tov were reşandin, berhemeke baş nade. Eger ax baş be, pêwîstî bi dermanên kîmyewî nabe. Lê eger ax xerab be, wê demê pêwîstî bi dermanên kîmyewî heye."

Dilşad Elî Ehmed di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: "Di destpêkê de piştî reşandina tovê garis, lazim e şeş heta heft saetan bê avdan da ku ji nav neçe. Piştî mehekê ji ber ku garis bilind dibe, divê pênc saetan were avdan."

"Ji bo her donimekê şeş heta heft kîlo tovê garis pêwîst e. 20 kîlo tovê garis 220 hezar dînar e. Garis di hawîrdoreke germ de digihîje, di sermayê de libên wî tijî nabin. Piştî meh û nîvekê digihîje. Ji vî cureyî te dibêjin sîlacî, ji bo heywanan tê bikaranîn."

"Mişteriyên me yên taybet hene. Îsal daxwaz li ser garis zêde ye. Li Kelarê kargehek heye ku vî garisî dike êmê masiyan. Hikûmet qet alîkariya me nake."

'PROJE GELEK IN LÊ HIKÛMET NABE ALÎKAR Û ASTENGIYÊ JI ME RE ÇÊDIKE'

Di dawiya axaftina xwe de Dilşad Elî Ehmed diyar kir ku li gundê wan sê çar sal in garis tê çandin û wiha domand: "Em sê çar kes in li vî gundî ku garis diçînin, gelek kes hez nakin garis biçînin. Niha dema çinînê ye, em bi makîneyan diçinin ji ber ku bi dest nayê çinîn.

Di rastiyê de hikûmet qet alîkariya me nake. Eger ew derman, gaz û tovê garis bi bihayekî erzan ji me re dabîn bike, em dikarin gelek kar bikin. Proje gelek in lê hikûmet nabe alîkar û astengiyê ji me re çêdike."