Zîn a govenda şoreşê

Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber ronahiya Rêber Apo ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe. Li pêşberî berxwedaneke bi vî rengî ya bi heybet, jin a bedew a bi ruhê azad û serhildêr ê çiyê nekarî bisekine. Di sala 2014'an de ew jî tevlî govenda şoreşê bû.

BEHDÎNAN

Zîn dilekî ciwan û serhildêr e. Mîna xaka lê ji dayik bû û mezin bûye. Wateya pak a jiyanê di kenê wê de veşartî ye. Yek ji keçên rojê ye ku dilê xwe yê ciwan diyarî warê xwedawendê çiyê kiriye. Bi hezaran wate û bedewî xist nava jiyana xwe ya kurt. Careke din ji me re qalê dikir: Ya girîng jiyaneke demdirêj nîne, ya girîng ew e ku gelek kêliyan di nava jiyanê de bi cih bike.

Zîn li Colemêrgê mezin bû. Bedewiya warê xwe ne tenê li rûyê xwe, her wiha li dilê xwe neqişand. Bi dilsoziya bi gel, xak û çiyayê xwe mezin bû. Çiya di stran û destanên lê guhdarî dikir de qilbeya pîroz a Kurdan e. Her kesî pişta xwe spartiye çiyê, çiya her tim bûn dilsozê Kurdan, ew parastin. Têkiliya navbera wan xwe dispêre bi sedan salan. Jîn jî xwe ji çiyê, çiya jî ji xwe dibîne. Evîndara çiyê ye.

Zîn ku bi welatparêziyeke xurt mezin bû, zû hîn bû ku di dema zilmê de zarok zû mezin dibin. Wateyeke din a zarokê gelê çiyayî ew e ku roj dema hat divê bêteredût berê xwe bide çiyê û li dijî zilmê şer bike. Parastina xwe û gelê xwe xwedîderketina li dîroka bi rûmet a Kurdan e. Zîn her ku zilm dît, berê xwe da çiyê û paşerojeke bi rûmet ji xwe re kir armanc.

BI COŞA ŞOREŞÊ BERÊ XWE DA ÇIYÊ

Dem ew dem bû ku ciwanên Kurd ji bo xwedîderketina li rûmeta xwe û yekkirina Kurdistanê pêl bi pêl berê xwe didan Şoreşa Rojava. Li vî parçeyê herî biçûk ê Kurdistanê têkoşîna herî mezin a mirovahiyê dihate meşandin. Bi berxwedana dîrokî û têkoşîna destanî ya ciwanên Kurd, cîhan dibû heyranê wan. Kurdistan û Rojhilata Navîn li ber ronahiya Rêber Apo ji tarîtiyê ber bi ronahiyê ve diçe. Li pêşberî berxwedaneke bi vî rengî ya bi heybet, jin a bedew a bi ruhê azad û serhildêr ê çiyê nekarî bisekine. Di sala 2014'an de ew jî tevlî govenda şoreşê bû.

Zîn ku li quntara çiyê mezin bû, dema ku gihîşt serê çiyê dilê wê kete nava kelecaneke mezin. Ji bo karibe dengê vê xakê bibihîze, qîrîna serhildan û berxwedanê ya çiyê bibihîze divê bêtirs dilê xwe ji gelê xwe re feda bike û li dijî Nemrûd bi wêrekiya Îbrahîmî li ber xwe bide. Şopdarên kevneşopiya Îbrahîmî mîna Îbrahîm, mîna Kawayê Hesinkar, mîna Zerduşt li hemberî celadên serdemê, li hemberî Ebû Cehîlan weke şervan û parêzvanên pîroz û ronahiyê têkoşiyan. Di vê demê de ku çiya bi xwe serî hildidin, Zînê jî xwe tevlî nava îsyana çiyê kir û û şervanek di hembêza çiyê de. Bi çiyayên ku pişta xwe spartê û bi zarokên rojê wê bi biryardarî û wêrekiya Îbrahîmî li dijî Nemrûtan têbikoşiya. Bi wêrekiya ji ronahiya rojê werdigirt dest bi meşa çiyê kir.

XWE BI FELSEFEYA APOYÎ AFIRAND

Rawestgeha wê ya destpêkê ya li warê azad, qada Metînayê bû. Hevala Zîn li Metînayê dest bi jiyana gerîlatiyê kir, bi perwerdeya li vê derê jiyana partiyê û gerîla hîn bêhtir ji nêz ve nas kir. Dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û partiyê re xurtir kir. Hest û asta xwe ya zanebûnê kir yek, wateyên giran lê bar kir û bi xurtî bi Rêber Apo ve hate girêdan. Di van gavên destpêkê yên ber bi jiyana gerîla ve zehmetî nekişand. Ji xwe bi awazê çiyê re mezin bû û ne xerîbê jiyana li çiyê bû. Bi tempo û daxwazeke mezin hewl da xwe zû bi pêş ve bibe. Di demeke kurt de bi tevlîbûn û sekna xwe bû gerîlayeke xwedî tecrûbe. Hevala Zîn timî xwe ji şert û mercên herî giran re amade dikir, zanîbû kesayetiya Apoyî di nava şert û mercên zehmet de tê afirandin. Ji bo bibe Apoyî, ji bo karibe şerekî mezin bike, pirsa 'Divê çawa bijî, çawa şer bike' li xwe kir. Zîn ku sira hevrêtiyê keşif kir, bi hevrêyên xwe re bû xwedî têkiliyeke xurt. Di çavên her hevrêyên xwe de dilxwaziya jiyana azad dît. Di van çavên bi hezkirin de dilê xwe pak kir. Ji bo Zîn hevrê destpêkê bû. Ji ber ku hevrêyên wê ji bo wê ronahiya Rêber Apo bû.

BER BI ARMANCA XWE VE MEŞIYA

Di vê jiyanê de ku wê dilê xwe diyarî kir, xwe gihand wateya jiyanê û bi hezaran wate li nava her kêliya jiyana xwe bi cih kir. Bênavber meşiya, keliya, porên xwe bi bayê çiyê şeh kir, di çavên bi hezkirinê dagirtî xwe pak kir, bi tilîliyan bi ser dijmin ve meşiya.

Di sala 2016'an de ji bo karibe vê destanê mezin bike û bi biryardarî şer bike, bi ser artêşa Tirk a dagirker ve meşiya. Li Çelê ku lê ji dayik bû û mezin bû, bi ser çeperên dagirkeran ve meşiya. Hîn zaarok bû, ji xwe re kiribû armanc ku wan çeperan tine bike û bedewiya çiya û welatekî bêdagirkeran xeyal dikir. Bi wî xeyalî meşiya û bi ser çeperên dagirkeran ve çû. Li qada Zapê, di çalakiya Tepê Koordîne de bi roleke çalak rabû, li ber tilîliyên azadiyê li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir. Keça rojê, bedewa çalakiyê Zîn di vê êrîşê de tevlî karwanê nemiran bû.