Rêveberiya Xweser a Şengalê Zelal Efrîn bi bîr anî

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê got, "Em bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo pêkanîna xeyalên şehîd Zelal û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, soz didin ku xeyalên wan ên avakirina Şengala xweser û azad pêk bînin."

Rêveberiya Xweser a Şengalê li ser êrişa dewleta Tirk a 9'ê Cotmehê ya li Şehbayê daxuyaniyek da ku di encamê de 3 endamên TEV-DEM'ê şehîd bûn.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser bi vî rengî ye:

“Her ku diçe dewleta Tirk a  dagirker kîna xwe ya dîrokê bi êrîşên bê bext li ser gelê Kurd û civakên azadîxwaz dide raberkirin. Dewleta Tirk ku dijminê herî sereke yê jin, xebata demokratîk, aştî û civakên qedîm ên herêmê ye, xwe li ber rêxistinbûn û avakirina pergala Neteweya Demokraîk nagire û li kuderê ji bo azadiya civakê gav werin avêtin, li wir êrîşên xwe yên dermirovî pêk tîne. 

Faşîzma Tirkiyeyê bi pêşengtiya AKP-MHPʹê bûye xetereya li ser gelê Kurd, civakên Azadîxwaz û tevahî gelên Rojhilata Navîn û cîhanê. 

Ev êrîşên nemerdane di ji dema geşbûna Şoreşa Rojavaya heya niha tên domandin. Dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser vê herêmê pêk tîne û bi sedan têkoşer, jin, ciwan û pêşengên gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyayê şehîd xistine. Di çarçoveya van sûcên ku tu sînorên exlaqî nas nakin de, 9’ê Cotmeha 2024ʹan de êrîşî koçberên ku ji ber dagerkeriya AKP-MHPʹ ji Efrînê koçber bûne, kir. Mixabin Di encama wê êrişê de 3 çalakvanên ku ji bo avakirina civakeke demokratîk, wekhev û li ser bingehê xwişk-biratiya gelan xebat dikirin, şehîd bûn. 

Em wek Rêveberiya Xweser a Şengalê bi bihîstina vê nûçeyê xemîgîn bûn û li ser vî esasî em sersaxiyê ji malbatên her sê şehîdan re, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya TEV-DEMʹê re dixwazin. 

Di nava van şehîdan de Zelal Efrîn jî hebû ku jineke tekoşer bû û bi hemû hêza xwe ji bo rêxistinkirina gelên herêmê kar û xebat dimeşandin. Şehîd Zelal di dema êrîşa çeteyên DAÎŞ'ê ya li ser Şengalê de, mîna bi hezaran mîlîtanên Apoyî, bi ruhê welatparêziya gelê me yê Rojava berê xwe da Şengalê. Şehîd Zelal Şengal jî wek parçeyek ji Rojava girte dest û li ser vî esasî xwe li ber rêxistinkirina civaka me û taybet rêxistinkirina jinên Êzidî de berpirsyar dît û demek dirêj di nava civaka me de ev kar û xebat da meşadin. 

Heval Zelal bi ked, rûkenî û dilsoziya xwe ya ji bo civaka me, karibû cihê xwe di nava dilê her kesekî Êzidî de bigire. Berê xwe daba kîjan malbatê, mîna ku malbata wê be wisa lê meyze dikir. Ji ber vê jî di demekî kurt de karibû cihê xwe di nava dilê civaka me ya Êzidî de çêbike.  

Şehîd Zelal ezmûna xwe ya kar û rêxistinkirina ku li Rojava bidest xistibû li Şengalê jî xiste pratîkê û di avakirina meclis û saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê de xwedî kedek mezin bû. 

Em bi navê Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo pêkanîna xeyalên şehîd Zelal û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê, soz didin ku xeyalên wan ên avakirina Şengala xweser û azad pêk bînin.

Ji bilî serketinê tu gotinek me ya din nemaye. Ji Rojava heya çiyayên Azad, Mexmûr û Şengalê, ku ev der di hedefa dijminê dagirker de ne, em jî êdî ji bo azadiya gelê xwe li kuderê dibe bila bibe tu sînoran nas nakin û wê hedefa me ya sereke pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan be."