'Muze ji bo parastina dîrokê girîng e'
Arkeolog Mihemed Elî anî ziman ku kelûpelên ku temenê wan ji 200 salî zêdetir e, li Muzeya Şaristaniyetê ya Germiyanê hatine danîn û got: “Muze ji bo hişmendiya zarokan û parastina dirokê gelek girîng e.”
Arkeolog Mihemed Elî anî ziman ku kelûpelên ku temenê wan ji 200 salî zêdetir e, li Muzeya Şaristaniyetê ya Germiyanê hatine danîn û got: “Muze ji bo hişmendiya zarokan û parastina dirokê gelek girîng e.”
Muzeya Şaristaniyetê ya Germiyanê li Kelarê di sala 2014’an de hatiye vekirin ku dibe çaremîn muze li herêmê. Arkeolog Mihemed Elî li Rêveberiya Arkeolojiyê ya Germiyanê behsa girîngiya hebûna muzeyan kir ku dibin sedema parastina kelûpelên Kurdistanê.
Mihemed Elî da zanîn ku pêwîst bû li Germiyanê muzeyek hebe, lewma di 2014’an de ev muze hat vekirin û wiha got: “Ew kelûpelên ku temenê wan ji 200 salî zêdetir e, li vê muzeyê hatine danîn. Di destpêkê de muze ji eywanekê pêk dihat, ew kelûpelên ku di nav de ne, karê tîmên arkeolojiyê yên Germiyanê ne. Beşek ji wan parçeyên ku li Muzeya Şaristaniyetê ya Germiyanê hatine danîn, heta serdema Şaristaniyeta Xelefê diçin. Me li herêmeke nêzîkî bajarokê Rizgariyê karê kolan û lêgerînê kir, me ji seramîkên rengareng parçe dîtin û niha li muzeyê tên nîşandan. Di vê muzeyê de hin kelûpel hene ku heta heşt hezar sal berî zayînê diçin. Ew parçeyên ku ji bo nîşandanê girîng in û neşikestî ne tên nîşandan da ku xelk wan bibîne.”
‘NAVENDÊN PERWERDE Û HÎNKIRINÊ SERDANA MUZEYÊ DIKIN’
Mihemed Elî anî ziman ku navendên perwerde û hînkirinê serdana muzeyê dikin û got: “Her roj dibistan serdana me dikin. Ev yek ji bo hişmendiya zarokan gelek girîng e. Ji ber ku ev yek dibe sedem ku zarok şûnwarên dîrokî nas bikin û di siberojê de jî bi girîngî li şûnwarên dîrokî binêrin.”