BI DÎMEN

Endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê Memed Cûdî şehîd bû - NÛ BÛ

HPG’ê, ragihand ku endamê fermandariya eyaleta Mêrdînê Memed Cûdî 25’ê Cotmehê şehîd bû û got, “Jiyana xwe ya şoreşgerî ku ev 16 sal in bênefes û bêdudilî bi cih anî, di lûtkeyê de temam kir û cihê xwe di dîroka azadiya gelê me de girt.”

FERMANDARÊ EYALETA MÊRDÎNÊ ŞEHÎD MEMED CÛDÎ

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de, derbarê gerîlayê şehîd de ev tişt gotin:

"Ewladê hêja yê gelê me yê Mêrdînê, hevrêyê me Memed Cûdî milîtanê fedaî yê Apoyî û endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê di 25'ê Cotmeha 2024'an de gihîşt şehadetê. Şêwaz û bûyera şehadeta hevrêyê me Memed bi hemû aliyên wê ve zelal nebûye û tê lêkolîn kirin.

Hevrê Memed ciwanekî esilzade bû ku aselet û welatparêziya mezin a gelê Mêrdînê di kesayeta xwe de dabû rûnişkandin. Hevrêyekî rewşenbîr, zane, kedkar, fedakar û gihîştî bû. Dema fakulteya mîmariyê qezenç kir û çû zanîngehê, tevlî xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz bû. Salên dirêj di nava xebatên ciwanan de cih girt. Jiyana sexte ya sîstema modernîteya kapîtalîst, hemû derfetên wê yên madî û zanîngeha wê da aliyekî, têkoşîna azadiyê ya gelê xwe hilbijart û bû şoreşgerekî profesyonel. Dîl ket destê dijmin, li zindanê ma, da ser şopa Ferhat Kûrtay û Mazlûm Dogan û di firsenda ewil de xwe gihand çiyayên Kurdistanê û têkoşîna xwe hîn bêhtir mezin kir.  Li Cûdî dest bi pratîka xwe ya ewil kir, bû gerîla, şer kir, derbên mezin li dijmin xist, bi giranî birîndar bû, lê bêyî navber têkoşîna xwe dewam kir. Ji bo ku her peywira xwe bi serketî temam bike, ked da. Bi tecrûbe û zanebûna ku bi dest xistî, bû fermandarekî ku pêşengî ji hevrêyên xwe re bike. Ji bo ku tevlî xebatên Hêzên Taybet bibe û çalakiya fedaiyane pêk bîne bi israr pêşniyarên xwe kirin. Fedaîbûnê kir şêwaza jiyanê û bêhesab têkoşiya. Hevrêyê me Mamed ê ku her tim berê wî li têkoşîna Bakurê Kurdistanê bû, berê xwe da Bakur û bû endamê Fermandariya Eyaletê ya Mêrdînê. Li Mêrdînê dema li ser peywira xwe bû,  gihîşt şehadetê.

Em di serî de ji bo malbata hêja ya hevrêyê me fermandarê fedaî yê Apoyî Memed, welatparêzê Mêrdînê û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Memed Cûdî bi vî rengî ye:

Nasnav: Memed Cûdî

Nav û paşnav: Ramazan Aktaş

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Navê dayik û bav: Hamdiye – Alaattîn

Dem û cihê şehadetê: 25 Cotmeh 2024/ Mêrdîn

Di pêşengtiya Rêber Apo û partiya me PKK'ê de ji bo çarenûsa gelê me yê bêyom mudaxe çêbû. Piştî wê bi pêşketina têkoşîna azadiyê û tevlîbûna ewladên herî bi nirx, asteke xurt hate bi dest xistin. Piştî ku hêza gerîla li dijî dewleta Tirk a mêtinger hat îsbatkirin û gel ji heft heta heftê rabûn ser piyan û tevlî serhildanan bûn, di dîroka azadiya Kurdistanê de rûpelek nû vebû. Ruhê azadiyê yê bi berdlên mezin hat afirandin, belavî her derî bû û kir ku gelê me li her devera lê ye tevlî nava refên berxwedanê bibe. Bêguman Mêrdîn yek ji wan herêman e ku pêşî têkoşîna me nas kir û ewladên xwe yên herî bi nirx feda kir. Milîtanên Apoyî li dijî îstîsmarkirina hestên welatparêziyê ya gelê me ji aliyê netewperestan, fedekariyên mezin kirin û ji bo azadiya gelê me xwe fedayê têkoşînê kirin. Gelê me yê Mêrdînê yê ku di Tevgera Apoyî de samîmîbûn û cidiyeta ku wê azadiya gelê me misoger bike dît, ewladên xwe yên herî bi qîmet bêyî ku dudilî bijî tevlî nava têkoşîna azadiyê kirin. Gelê me yê Mêrdînê ku ji rojên ewil ên têkoşîna me heta roja îro ev sekna bi rûmet parastiye, bi vê taybetmendiyê re bûye sembola welatparêziya li Kurdistanê.

Hevrêyê me Memed li navçeya Dêrîk a Mêrdînê ku rastiyeke bi vî rengî ya gel lê tê jiyîn, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku hem malbata wî hem jî derdora wî çand û kevneşopiyên Kurdan diparastin, hevrêyê me Memed li ser koka xwe mezin bû. Ji ber ku kevneşopiya malbatê ya berxwedanê li dijî dagirkerî û dewleta Tirk a qirker heye, ji salên destpêkê yên Partiya me dest bi tevlîbûna têkoşînê kirin. Hevrêyê me Cemîl-Kerîm Baytar yekemîn endamê malbatê bû ku tevlî nava partiya me PKK'ê bûbû. Şehadeta hevrêyê me Cemîl a di sala 1986'an de li gundê Sipîvyan ê Gabarê bandorek mezin di nava malbatê de çêkir û bû wesîle girêdaneke xurt bi têkoşîna azadiyê re çêbibe. Hevrê Memed ku bi bîranîna binirx a hevrêyê me şehîd Cemîl mezin bû, ji temenekî biçûk ve li hemberî gerîlayan sempatiyeke mezin destpê kir. Hevrêyê me Memed ku pêşî bi komeke hevrêyên xwe re li Mêrdînê di nav xebatên ciwanan de cih girt, di vê pêvajoyê de xwedî derfet bû ku têkoşîna me baştir nas bike.

Hevrê Memed di sala 2005'an de li Zanîngeha Yildiz Teknîk a Stenbolê dest bi xwendina mîmariyê kir û ji hingî ve derfet dît ku Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas bike. Bi taybetî piştî xwendina pirtûka Rêber Apo ya bi navê "Divê mirov çawa bijî", divê çawa bijî ango nejî di dil û mejiyê xwe de zelal kir. Piştî xwendina van analîzên Rêber Apo ku hişmendî, dil û asoya mirovan vedike, êdî biryara bi rengekî teqez têbikoşe girt. Di heman demê de weke ciwanekî ronak, zana û lêgerîner parêznameyên Rêbertiya me bi eleqeyek mezin û meraq xwend. Piştî xwendina parêznameyan, hevrêyê me ku eleqe û dilsoziya wî ya bi têkoşînê re xurttir bû, biryar da ku tiştên ji parêznameyên Rêbertî hîn bûye bixe pratîkê. Ji aliyekî ve hevrêyê me Memed li zanîngehê perwerdeya xwe dewam kir, li aliyê din jî dest bi xebatên ciwanên şoreşger ên welatparêz kir. Hevrêyê me di pêvajoyeke ku êrîşên dewleta Tirk a mêtinger ên li dijî gelê me dijwar bû de, di nav xebatên ciwanan de cihê xwe girt û gihişt wê biryardariyê ku li dijî êrîşên dijmin hê aktîftir têbikoşe. Tevî hevrêyê me Şehîd Kûrtay-Memed Kiran ku hevrêyê wî yê zaroktiyê bû zanîngeh dixwendin û di asta profesyoneliyê de tevlî karê ciwanan bûn. Hevrê Memed li gelek herêm û bajaran têkoşîneke çalak meşand. Hevrêyê me ku li gelek bajaran bi taybetî li Stenbolê xebitî, bû şopdarê Şehîd Ozgur Ronî-Derwîş Koşkeler ku di nava ciwanan de ruhê Apoyî, dînamîzm û xeta berxwedanê pêş xistî.

Hevrêyê me Memed ku her tim di mejiyê xwe de bersiv ji pirsa "Çawa bijî" re dida, ji dil bawer kir ku bersiva herî watedar û rasteqîn ew bû ku 'bi rengekî azad bijî'. Hevrêyê me Memed, ew jiyana sexte ya di nava sînorên modernîteya kapîtalîst, dewlet û civaka kevneşop de ku wî dixapand, red kir. Malbata wî xwedî derfetên madî bûn û ger xwestiba dikarîbû li zanîngehên herî baş bixwenda û jiyana xwe ya kesayetî ava bikira, lê ev yek ji bo wî bi temamî bêqîmet bû. Hevrêyê me Memed xwedî van hemû derfetan bû, lê dilê wî bi eşqa azadiyê ya gel û welatê xwe lêdida û weke şoreşgerekî jiyana şoreşgerî ya tevgera Apoyî ku di aliyê wate û manewiyetê de dagirtiye, hilbijart. Ji bo vê jî hemû zehmetî û fedekariyên pêwîst dike girt berçavan û timî dilê wî ji bo gerîlayên ku li çiya bi lehengî şer dikirin re lêdide. Ne tenê ji bo xwe, di heman demê de ji bo bi dehan ciwanên Kurd tevlî nava refên têkoşînê bibin kedeke mezin da. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar û bi helwesta xwe ya li dijî dijmin, hem di nava jiyanê de hem jî di nava têkoşînê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Di sala 2009'an de dema ku dijmin êrîşên xwe yên qirkirinê yên li dijî gelê me zêde kir, hevrêyê me Memed mîna her ciwanekî Kurd ê bi rûmet tevî hevrêyê me Kûrtay-Memed Kiran biryar da ku têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê dewam bike. Hevrêyê me Memed li ser vê bingehê Zanîngeha Yildiz Teknîkê ya beşa mîmariyê ku bi hezaran kes hewl didin bixwînin terk kir, berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên PKK’ê bû.

Hevrêyê me Memed ê ku li çiyayên Kurdistanê  di nava Komalên Ciwan de xebatên xwe bi rê ve dibe, piştî ku demekê li vir perwerdeyê dibîne, dubare berê xwe dide Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê û xebatên ciwanan didomîne.  Hevrêyê me Memed ê ku heya sala 2011’an li Bakur û metropolên Tirkiyeyê xebitî, ji bo ciwan têkoşîna azadiyê nas bikin gelekî ked da. Di rêxistinbûn û zanedarkirina ciwanên Kurd de roleke mezin lîst. Li gel hemû ciwanên ku li refên gerîlayan zêdekirî, perçeyeke ji dilê xwe jî dişîne çiyayên Kurdistanê û di hemû kêliyên jiyana xwede çiya û hevrêtiya li wir hîs kir.  Hevrêyê me Memed ê ku ji ber vê yekê dikarî li hemû qadan bibe milîtanekî pêşeng û nûnertiya ruhê ciwantiyê yê PKK’ê bike, bandor li hemû hevrêyên xwe dike. Hevrêyê me yê ku bi pratîka xwe bala dijmin dikşîne, di sala 2011’an de ji aliyê dijmin ve dîl tê girtin. Hevrêyê me yê ku heya sala 2014’an di girtîgehê de dimîne, têkoşîna xwe li vir jî bi awayekî bênavber didomîne. Hevrêyê me Memed di ferqa kevneşopiya berxwedana zindanê ya partiya me PKK’ê de bû. Hîna ji roja destpêkê armanca dijmin a ji bo ku milîtanên Apoyî li zindanê biçewisîne û ji têkoşînê qut bike, pûç kir û berxwedan esas girt. Têkildarî kevneşopiya me ya berxwedanê ya pir xurt û bikok xwe hîn zêdetir perwerde kir û hem xeteke têkoşînê ya layiqî Berxwedêriya 14’ê Tîrmehê, Çaran û Mazlûm Dogan esas girt, hem jî lêpirsînên kûr kir û bingehê tevlîbûneke hîn aktîftir çêkir. Xwe ji her alî ve perwerde kir û amade kir.

Dema ku sala 2014’an ji zindanê derket, her çendî ku pêşniyar lê hatibe kirin ku vegere xebatên Komalên Ciwan jî, hevrêyê me Memed berê xwe da çiyayên Kurdistanê û li Çiyayê Cûdî bi gerîla re hat ba hev. Hevrêyê me xwest lêhêrbûnên xwe yên di zindanê de kirî, bixe pratîkê û di ferqê de bû ku ev yek bi pratîka gerîlatiyeke xurt re pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêyê me ji hevrêyên xwe yên li qadê fêrî hêmanên esas ên gerîlatiyê bû û bi saya tevlîbûna xwe ya bi xwestek û aktîf tecrubeya gerîla ya bi dehan salan fêr bû. Hevrêyê me pêvajoyê fêrbûnê û pratîkkirinê bi hev re meşand û pêşketinên girîng bi dest xist. Tevî ku demeke dirêje di nava refên Partiyê û qadên têkoşînê yên cur be cur de cih digire, pratîka gerîlatiyê ya li herêma Cûdî weke kêliyên herî binirx ên jiyana xwe anî ziman. Hevrêyê me Memed bi taybetî di şexsê Şehîd Rizgar Gever, Şehîd Sorxwîn Roboskî, Şehîd Roza Gever, Şehîd Serdem Goyî û di şexsê gelek hevrêyên xwe de bi rengekî herî sade û cewherî şahidî ji hevrêtiya PKK’ê re kir. Di nirxandineke ku kirî de hevrêyê me herêma Cûdî weke qada ku hemû hest, fikir û hezkirina hevrêtiyê lê zindî bûye îfade kir û dît ku di şexsê hevrêyên wî yên li vir de gotina Rêbertî ya ‘ji heqîqetê par girtin’ şênber bûye. Lewma hevrêyê me Mehmet xwe bi temamî fedayî têkoşînê kir û bi taybetî xwest bi rengekî herî xurt bersiva êrîşên ku dijmin ji sala 2015’an ve li ser gelê me û Tevgera me dayî destpêkirin, bide. Dijmin li herêma Cûdî li hemberî Şehîdgeha Şehîd Cûma Bilikî êrîşeke nemerdane û dermirovî pêk anî. Hevrêyê me di çalakiyên li dijî vê êrîşa nemerdane hatin lidarxistin de cih girt û hêrsa di dilê xwe de hîn zêdetir kir. Li dijî êrîşên dermirovî yên ku dijmin li Cizîr û Silopiyayê li dijî gelê me pêk tîne, hevrêyê me Memed xwest timî di nava çalakiyan de be û hesabê komkujiyê ji dijmin bipirse. Bi sekna xwe ya milîtanî ya di vê pêvajoyê de û bi israra xwe ya ji bo derbe li dijmin bixe, bû gerîlayekî azadiyê û ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak.

Hevrêyê me Memed di çalakiyeke sala 2017’an de, ji her du lingên xwe birîndar bû û piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û dest bi pêvajoya tedawiyê kir. Her çendî birîna wî giran jî be, bi saya îradeya xwe ya Apoyî û moralê xwe yê bilind ji vê pêvajoya tedawî bi rengekî ku hîn xurttir bibe derket. Di pêvajoya tedawiyê de ji bo li aliyekê Şerê Gel ê Şoreşgerî bi hemû astên xwe zindî bibe, lêhêrbûn kir. Encamên ku derxistî, bi hevrêyên xwe re jî parve kir. Hevrêyê me piştre di nava xebatên YPS’ê de cih girt  û ji bo ku di gelê me de zanebûna xweparastinê kûr bibe, bû xwediyê hewldaneke girîng. Di heman demê de ji bo ku gelek ciwanên Kurd li ser bingehê xweparastinê xwe rêxistin bikin û di çalakiyan de cih bigirin, bû xwedî rol û kir ku têkoşîna li Bakurê Kurdistanê bê mezinkirin. Hevrêyê me Memed li ser bingehê pêdiviyên şoreşê her kîjan wezîfe li kîjan qadê jê re hatibe dayîn, hewl da van li ser bingehê serketinê pratîk bike. Xwe di paradîgma û îdeolojiya Apoyî de kûr kir û bû şoreşgerekî zane û pispor. Hevrêyê me Memed bi zanista xwe û ruhê xwe yê ciwantiyê yê dînamîk hevrêyên xwe perwerde kir. Xwe di ruhê fedayî yê Apoyî de kûr kir û pêşniyar kir ku beşdarî Hêzên Taybet bibe û çalakiya fedayî bike. Di vê pêşniyara xwe de gelek caran israr kir. Ji ber rolê xwe yê di têkoşîna me de û wezîfeyên xwe, ev pêşniyara wî nehate qebûlkirin. Tevî vê yekê jî wî her kêliyê û li her qadê jiyana bi fedayiyane esas girt. Fedayîtî ne tenê weke çalakiyeke kêliyê, weke exlaqeke jiyanê, sekin, pîvan, tarz û ruhê jiyanê esas girt. Fedayîtî kir serwerê hemû meşa xwe ya şoreşê û bû fermandarekî Apoyî yê ku bi fedayiyane têdikoşe.

Hevrêyê me Memed her çend di xebatên xwe de xwediyê pratîkeke serkeftî ye jî berê wî û dilê wî tim bi taybetî li Cûdî û Botanê ye, xeyal dike ku tavilê xwe bigihîne Sefîne û Lawkê Xerîb. Hevrêyê me yê ku girêdayî vê yekê dubare pêşniyar dike ku vegere Bakurê Kurdistanê, her çend ji ber birîndarbûna xwe di warê fîzîkî de bi zehmetiyan re rû bi rû bimîne jî vê yekê jibo xwe weke astengiyekê nabîne. Hevrêyê me Memed ê ku ji bo vegera li herêma Botan a ku lê hevrêyên xwe yên hêja naskirine û rojên jiyana xwe yên herî watedar û azad derbas kirine, bi israr pêşniyar dike, di çarçoveya pêdiviyan de weke Endamê Fermandariya Eyaletê derbasî herêma Mêrdînê dibe. Hevrêyê me ê ku vê carê weke gerîla û fermandarekî azadiyê vedigere Mêrdîna ku lê ji dayîk dibe, bi awayekî cidî li nêzî erkên xwe dibe. Hevrêyê me ji bo ku têkoşîna me derbasî li deşt, çiya, bajar û her cihî bike û ji bo têkbirina pergala dijminî ya dagirkeriyê kedeke mezin nîşan dide.

Hevrêyê me Memed ê ku bi kesayeta xwe ya mutewazî, hişmendiya hevrêtiya kûr, tecrûbeyên xwe yên di warê hunera şerê gerîlayan de û tevlîbûna xwe ya fedaî û bêdudilî dibe fermandar û milîtanekî Apoyî yê mînak, di êrîşa dijmin ya 25’ê Cotmeha 2024’an de tevlî karwanê şehîdan dibe. Hevrêyê me jiyana xwe ya şoreşgeriyê ya ku 16 salan bê dudilî û bê navber didomîne, di astên herî jor de temam dike û di dîroka têkoşîna gelê me de cihê xwe digire. Weke hevrêyên wî em ê ala têkoşînê ya hevrêyê me Memed  bi hişmendiya ku bibin layiqê şehîdan wê tim di astên herî jor de li ba bikin.”