Çîftyurek: Ji bo aştiyeke mayinde divê Abdullah Ocalan azad bibe

Parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo aştiyeke mayinde divê Rêber Apo azad bibe.

PÊNGAVA AZADIYÊ

Piştî hevdîtina malbatê ya berî çend rojan a Rêber Apo, parlamenterê Wanê yê DEM Partiyê Sînan Çîftyurek ji ANF'ê re axivî û got, "Siyaseta Kurd, gel û jinên Kurd ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina hevdîtinê çar sal in gelek tişt kirin. Bi taybetî sala dawî çi li hundir çi jî i derve, li parçeyên din ên Kurdistanê û Ewropayê hem gelêw Kurd hem jî dostên gelê me ya ji destê xwe hat kirin. Û bi biryar in ku dawî li vê neheqî û bêhiqûqiyê bînin. Bi hevdîtina wekîl Omer re ji bo rakirina tecrîdê gava destpêkê hate avêtin. Em qala mafekî qanûnî dikin ku hatiye desteserkirin. Ji niha û pê ve ji bo malbat û parêzer karibin bi rê û pêk hevdîtinê bikin û nêrînên wî yên siyasî, pêşniyarên wî bi raya giştî re bêne parvekirin, divê tecrîd bi rengekî mayinde bê rakirin. Divê desthilatdariya Tifaqa Cûmhûr û Dewlet bi nêzîkatiyeke rojane, bi feraseta bidawîkirina gefa heyî û taktîkî nêzî mijarê nebe."

'DIVÊ BIRÊZ OCALAN KARIBE BI RÊK Û PÊK PARÊZERÊN XWE BIBÎNE'

Çîftyurek li ser peyama Rêber Apo ku gotibû 'Şert û merc bêne afirandin ez xwedî wê hêzê me ku pêvajoyê ji zemîna şer bikişînim ser zemîna siyasî' wiha axivî: "Ya ku Birêz Ocalan got, girîng e. Lê belê bi esasî ya girîng ew e ku ji bo nêzîkatî, nêrîn û pêşniyarên wî bi temamî bê ragihandin divê parêzer tavilê bi rêk û pêk hevdîtinê pê re bikin. Mebest ji gotina 'Eger şert û merc bêne afirandin' çi ye? Mebest ji 'şert û mercan' ji bo dewletê û Kurdan çi ye? Divê çi bê kirin? Di meseleya Kurd de divê dewlet kîjan gavan biavêje ku li nava derdorên cuda yên siyasî yên Kurd bersiva xwe bibîne û Birêz Ocalan jî di nava wan şert û mercan de karibe bi rola xwe rabe. Ji bo bersiv ji van pirsan re bê dayin divê Birêz Ocalan karibe nêrînên xwe parve bike."

Sînan Çîftyurek destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi rengekî erênî dewam bike, divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were.