BI DÎMEN

Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya li Enqereyê dîmenek taybet weşand

Gerîla TV têkildarî çalakiya fedayî ya ku 23’yê Cotmehê li Enqereyê hatî lidarxistin, dîmeneke taybet weşand.

HPG’ê piştî çalakiya fedayî ya li Enqereyê hatî kirin, daxuyanî dabû û ragihandibû ku çalakî ji aliyê “fedayiyên Apoyî yên Tabura Nemiran Asya Alî û Rojger Hêlîn” ve hatiye kirin.

Gerîla TV dîmenekî taybet ya zêdeyî 6 deqeyan, bi sernavê “Li Enqereyê di dilê dijmin de du milîtanên fedayî” weşand. Di dîmen de kêliyên çalakiyê û axaftinên her du gerîlayan hene.

Di dîmen tê diyarkirin ku her du fedayî “di dilê Enqereyê de bûne volkana tolhildanê” û tê destnîşankirin ku “Navenda TUSAŞ’ê hate fetihkirin” û “Qasî 74 deqeyan şer kirine”.

Di dîmen de lehengiyên milîtanên fedayî tê destnîşankirin. Dîmen bi wêneyê her du milîtanên rûken û bi nivîsa “Hevrêyên me Asya û Rojger bi pratîka xwe nîşan dan ku ruhê fedayî yê Apoyî nayê sekinandin û navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna me nivîsandin” bi dawî dibe.