ANALÎZ

Ji keleha Mamreşo heta tunelên Tişrîn û Qereqozaxê berxwedan

Sekna Serhedan, Zinarînan di sengerên çiyayan de çi be, sekna Harûn û Bêrîtanan jî di tunelên Rojava de heman sekne û heman rihe. Lewma wê encam bi qasî sekna wan wê bi rûmet û bi heybet be.

Berxwedan ne ji duh an ji îro ve, ji demên ku xwînmêjan dest avêtiyê xaka wan heta niha para Kurdan e. Lewma bi berxwedanê re çand, dîrok û nirx parastine, xwe parastine û hebûna xwe domkirine. Ji bo gelê Kurd desketiyên xwe winda nekin, bêparastin nemînin û li ser xaka xwe azad bijîn, gerîlayên Kurdistanê li çiyayan û şervanên YPJ/YPG û QSD’ê jî ji bo parastina Şoreşa Rojava şopînerê vê çandê ne.

Qad, mekan an jî dem ji van şervanan re ferq nake, ji ber hemû bi yek armancî ve şer dikin, li ber xwe didin. Lewma ji bo wan ferq di navbera tunelên Mamreşo, Zendura, Girê Sor, an jî tunelên Tişrîn û Qereqozaxê de nîne. Her der berxwedan û her çeperek gora neyarên Kurd e. Armanc yeke û diyare. Lewma di dirêjiya her tunelê de, dawî herdem ronahiye. 

ŞERÊ TUNELAN BÛ ÎLHAMA SERKETINÊ
Di Sibata 2021’an de bi operasyonên Siyanê re berxwedaniya tunelên şer destpê kir û piştre bi Werxelê, Kurojaro re gihîşt lûtkeyê. Niha jî li Girê Cûdî û Girê Amediyê serketin tên neqişkirin. Îradeya gerîlayan ya di tunelên berxwedanê de ji tank û topên dewleta Tirk a dagirker bi hêztir, berxwedêrtir e. Şerê tunelan bi van ezmûnan ve pêşket û bû çeperên şer û jiyanê. Her sal bi ezmûn û danehevên derketî re şerê tunelan bû yek ji lingê herî bingehîn ê şerê gerîla. Ango şerê tunelan bû hêvî, bawerî û îlhama serketinê da tevahî cîhanê.

Di kelehên ku gerîlayên azadiyê weke çeperên xwe yên jiyanê û gorên dijminê xwe binav dikin de bêgûman tenê şer tê de nayê meşandin. Di van tunelan de şer, berxwedanî, jiyan, perwerde hemû bi hevre tê rêvebirin. Lewma tunelên berxwedanê hem ji bo xweparastinê hem ji bo serketina teqez bidest xistinê, rolê herî bingehîn  û esas dileyîze. Weke di dîmen, axaftin û belgeyên di tunelan de derdikevin de ev pênc sal zêdetire herkes ev biryardariya gerîlayên azadiyê fêm kiriye. Lewma di şerê  vê serdemê tê meşandin de tunelên şer roleke pir pêş girtiye raste, lê belê yê vê rastiyê ji hemû cîhanê re da îsbat kirin bêgûman biryardariya gerîlayên di çeperên azadiyê de ber xwe didin e. Dewleta Tirk a dagirker ji roja yekem ve li hember berxwedaniya tunelên şer de mehkûmê binketinê hat hiştin û hîna jî nikare di van qadên berxwedan lê heyî de gavek jî pêş de biçe.
Gerîlayên azadiyê ji bo armancekî, ji bo doza welateke azad şer dike, têkoşîn dike. Lê bi şerê xwe re tenê ser ezmûnên xwe yên şer danehev zêde nakin, ligel vê encamên bi dest dixin re ji her derê re, her çepereke azadiyê re dibin nimûneya berxwedana bi rûmetê.

ŞOREŞA ROJAVA BI BERXWEDANÊ TÊ PARASTIN

Mînaka vê berxwedana bêhempa ya ku ji sekna şervanên azadiyê îlham digire, berxwedana şervanên Rojava ye. Bi destpêkirina êrîşên li ser Rojava, şervanên li wir, ji bo parastina şoreşê û destketiyên gelê xwe dest bi berxwedaniyeke bêhempa kirin. Weke her roj dîmenên tê parvekirin de jî tê xuyakirin, leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker derbên gelek mezin dixwin. Li hember sekna wan şervanan nikarin li ber xwe bidin. Dizanin ev êrîşên bi destên çeteyan tê rêvebirin de armanc têkbirina Şoreşa Rojavaya. Lewma weke gelê me yê Rojava jî dibêje, heta dawî berxwedan wê şoreşa Rojava û destketiyên gel bikaribe biparêze. Em dema ku bala xwe didin dîmenên ji çeperên Tişrîn û Qereqozak derdikeve em vê seknê ji xwe pir eşkere dibînin.

Niha şervanên YPG/YPJ û QSD’ê di vî şerî de serdemek nû dan destpêkirin û weke kelehên li çiyayan de ew jî hem gelemperiya araziyê de hem di tunelên xwe de şerê parastina Şoreşa Rojava dimeşînin. Her çiqas di şêwazû taktîkan de li gor mekan guhertin hebe jî, ya xuya dibe rih heman rihe. Rih rihê ciwanên Kurd, rih rihê birdoziya Rêber Apo û rih rihê serketinê ye. Ango di sengerên cuda de dil ji bo heman armancî, lêdide. Mînaka vê di gotinên şervanan de jî xuya dibe. Şervanên ku di tunelan de şerdikin di çiyayan de jî, di tunelên Rojava de jî heman gotinan vedibêjin û gotinên wan heman peyamî di nava xwe de hildigire. Çawa ku di sengerên çiyayan de peyamên bilindkirina têkoşînê tê dayîn, di tunelên şer ên eniyên Qereqozaxê de jî peyamên ‘em ê herdem li ber xwe bidin û em ê ti caran xaka xwe ji dagirkeran û çeteyan re bernadin’ derdikeve. Eger em bi giştî binêrin di resmên cuda de yek wêne veşartiye. Wêneya berxwedan û angaşta serketinê. Lewma keç û xortên gelê Kurd heta hetayê ji bo azadiya welatê xwe berdêl çibe, amade ne li her derî bidin.

Lewma sekna Serhedan, Zinarînan di sengerên çiyayan de çi be, sekna Harûn û Bêrîtanan jî di tunelên Rojava de heman sekne û heman rihe. Lewma wê encam bi qasî sekna wan wê bi rûmet û bi heybet be. Wê çiyayên Kurdistanê bibin kelehên têkbirina zilimkaran, wê şerê Rojava jî bibe bilindkirin û parastina Şoreşa Rojava.