Dilzar Dîlok: Divê zimanê bi jehr bê terikandin

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok bikaranîna zimanê înkarê rexne kir û diyar kir ku divê siyaset bi rengekî hevgirtî bê meşandin. Dîlok destnîşan kir ku desthilatdarî û medya divê zimanê bi jehr biterikînin.

DILZAR DÎLOK

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok têkildarî rojevê ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku pêngava ji bo azadiya Rêber Apo salek li pey xwe hişt, qonaxên girîng derbas kir û ev yek nîşanî tevahiya cîhanê da. Dilzar Dîlok têkildarî hewldanên piştî hevdîtina bi Rêber Apo re destpêkirin got, "Bêguman gotina 'pêvajoyê' gotineke bi sêhr nîne ku dema hate bilêvkirin êriş nesekinîn. Dewleta Tirk li gel hewldana ji bo destpêkirina pêvajoyê xwest hin tabûyan ji aliyê xwe ve bişikîne û bi pêş ve biçe, her wiha li gel hewldanên xwe yên ji bo eafirandina rojevek li gorî vê nêta xwe, li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê komkujî dewam dikir, êrîşên li ser qadên sivîlan dewam kir, hewldanên xwe yên ji bo bê av, bê elektrîkhiştina gel dewam kir. Lewma di karaterê êrîşan de rewşa tund hîn jî dewam dike.

Gotina, 'Bila Rêbertî li Meclîsa Milet a Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) biaxive û li ser vê bingehê qanûna mafê hêviyê bi cih bê anîn', ji zimanê baskê herî neteweperest ê li Tirkiyeyê bilêvkirina vê gotinê û ragihandina vê ji TBMM'ê balkêş bû. Ji xwe piştî pêvajoya têkbirinê û êrîşên bi vê yekê re rû dan, helwesteke wekî din wê li ber çavan bihata girtin an na, ew nediyar e. Ji ber dijminatî û bêcidiyeta salên derbasbûyî, îro diviyabû gelekî cidî bûna. Tabûya herî mezin a Tirkikyeyê mijara parçebûnê ye. Tirsa parçebûnê siyaseta hundir û derve, sîstem û sazîbûnê diyar dike. Tabûya duyemîn jî PKK'yî û Rêber Apo ye, ku ji wan ditirse ku tabûya yekemîn pêk bînin. Ji ber vê yekê bi destpêkirina rojeva li ser Rêber Apo çapemeniya faşîst a qirker -li gel paçverûetiya xwe ya heyî û nêzîkbûna xwe ya li desthilatdariyê- tecrîda li ser Rêbertî hinekî sist kir. Beriya salekê rojnamevanekî ku qala heman mijarê dikir dihate girtin, îro heman mijar li saziyên çapemeniyê hemûyan tê nîqaşkirin. Li gel diyarkirina van mijaran bêguman divê mejiyê wan ê ku Kurdan, jinan, bindestan, kedakran û mirovên ji baweriyên cuda dijmin dibîne, ji nedîtî ve neyê.

Nav lê bê kirin an jî neyê kirin, her pêvajoyeke gengaz ku Rêberê me tê de xwedî rola bingehîn be, pêvajoyeke demokrasiyê, jiyana li ser bingeha demokratîk a bi hev re ya gelan e. Ev yek pêvajoyên ji têkoşîna herî xurt e. Divê mirov hesas û hay ji xwe hebe, wêrek be, bi tecrûbeyên dîrokî gavê biavêjin û wateyê bide pêvajoyên ji bo azadiya Rêberê me û gelê me."

Dilzar Dîlok ji aliyê dîmen û rewşa desthilatdariyê ya di vê pêvajoyê de got, "Dîmenekî parçebûyî didin û hewl didin sewqî nîqaşên sûnî bikin, bi navê dewletê mînakeke têrker a berpirsyariyê nayê nîşandan. Pêvajoyên bi vî rengî ew pêvajo ne ku berpirsyarî derdikeve asta herî bilind. Dema ku mirov tenê ji vî alî ve lê binihêrin jî dibînin ku berpirsyarî û cidiyeteke têrker nayê nîşandan. Bêguman bandora vê yekê heye. Zimanê ku Bahçelî di axaftina xwe de bi kar anî, zimanê rêveçûnê diyar kir, her wiha hîn bêhtir bi paş ve bir. Zimanê înkarê yê ku di destpêkê hate afirandin bi rastî jî nayê fêhmkirin. Tu hem bangê dike, dibêje 'were em çareser bikin' hem jî zimanekî înkarê bi kar tîne. Zimanê siyasetê divê hevgirtî be. Dojaza xwe dibe ku kêm be, gav hêdî bêne avêtin, lê belê zimanekî hevgirtî şert e. Vê rewşê civata çapemeniya alîgirê wan jî bi jehr kir. Ji xwe ji ber ku ew li gorî gotinên desthilatdariyê tevdigerin, dest bi bikaranîna wan gotinan kirin. Divê desthilatdarî dest ji vî zimanê qirêj, zimanê bi jehr berde.

Di nava vê pêvajoya ku qala wê têkirin de gotina herî zêde hate bihîstin mijara 'Destberdana ji çekan a PKK'ê' bû. Li gel vê yekê gotinên 'bidawîbûna terorê' hatin bilêvkirin. Ji ber ku nizanin pêvajo wê çawa bi pêş ve biçe û biqede, ji ber şikestinên pêvajoyên beriya niha, akademîsyen, rojnamevan û nivîskarên li dora desthilatdariyê kom bûne, di sekna xwe ya nêzî desthilatdariyê de dewam dikin. Li aliyê din hin bazirganên şer jî hene ku dema mijar dibe Rêbertî newêrin derkevin pêşberî ekranan. Heta vê demê hin jê her roj derdikevin ekranê û ders didan; lê belê ji niha ve ji holê rabûn. Em dibînin ku hemû referansên akademîk ên desthilatdariyê li pêşberî heqîqetê heliyane."

Li ser karakterê polîtîkaya hundirîn û derve ya vê pêvajoyê jî Dilzar Dîlok got, "Şerê qirkirinê yê li Kurdistanê berê Kurdan da wê yekê ku hebûna xwe biparêze, nasnameya xwe ava bike; li gel şerê qirkirinê têkoşînê bimeşîne, dawiya dawî jî dest bi şer kirin. Hincetên şer ên Kurdan hene, kêm nîne, gelekî zêde ne. Ev hincet ji holê ranebûne. Rakirina van hincetan ji Kurdan bêhtir hêviya gelên Tirkiyeyê ye. Gelên Tirkiyeyê di vî şerê ku nav lê nehatiye kirin de, li Bakur, Başûr, Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava, bi têrkerî nizanin ku ji aliyê aborî, mirovî û exlaqî ve çi winda kiriye. Bi navê dijminatiya li Kurdan Tirkiye tevlî şerê çeteyan bû û fatûreya vê yekê ya li Tirkiyeyê bû hilweşîna mezin a exlaqî."

Dilzar Dîlok got, "Tespîtên siyasî yên ku Rêberê me beriya 25 salan kir, ji aliyê Tirkiyeyê ve nû hate fêhmkirin, bi bûyerên li Sûriyeyê re hate fêhmkirin. Gava ku hatiye avêtin xwedî sedemên deve ye, xwedî encamên hundirîn e. Ji MHP'ê heta bi AKP'ê di serî de Tifaqa Cûmhûr muxalefet jî di nav de hemû hêzên siyasî yên Tirkiyeyî dema ku bi rengekî rast nêzî vê pêvajoyê bûn wê bi ser bikevin."

Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, "Hêvî tê wateya wêrekiya berxwedana li pêşberî zehmetiyan. Û hêvî her tim heye. Yek ji gotinên herî bedew ên Rêberê me ev e, 'Hêvî ji serketinê hîn bêhtir hêja ye'. Pêvajoya ku bi hevdîtinên bi Rêberê me re destpê kir, bêguman gelekî girîng e ku veguhere pêvajoyeke aştiyê û çareseriyê. Lê belê pêvajoyeke bi vî rengî destpê bike yan jî destpê neke, wê têkoşîna me dewam bike. Berxwedana Rêberê me ya li Îmraliyê û biryardariya xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka herî giran a cîhanê, ku bi vî rengî ye; ji bo me hêviya herî mezin e, di heman demê de destnîşankirina wezîfeya demê ye. Têkoşîna me wê di nava her şert û mercî de li ser bingeha demokrasî û azadiyê dewam bike. Û ev têkoşîn wê li ser bingeha pêkanîna jiyan, karkirin û azadiya fîzîkî ya Rêberê me bi biryardarî heta serketinê dewam bike. Têkoşîna me wê li ser bingeha bidestxistina mafên civakî yên gelê me û mafê xwerêveberî û xweparastinê wê dewam bike."