Munîra Qazî: Xeyalê bavê min li Rojava pêk hat

Keça Serokê Komara Kurd a Mahabadê Qazî Mihemed Munîra Qazî got, "Xeyalê bavê min li Rojavayê Kurdistanê pêk hat."

Munîra Qazî li ser hesabê medya dîjîtal dîmenek parve kir û ji Mahabadê silav li Rojava kir.

Peyam bi vî rengî ye:

"Silav û Rêz, ez Munîra Qazî keça Pêşewa Qazî Mihemed, li bajarê Mahamad. Piştgiriya xwe ji bo gelê Kurd û Rojavayê Kurdistanê eşkere dikim. Her wiha destxweşî dikim ji bo herdû têkoşer Cenabî Kak Mesud Barzanî û Cenabî General Mazlum Kobanî û hemû kesên ku ji bo yekîtiya nav mala Kurd li Rojavayê Kurdistanê têdikoşin dikim. Xewn û xeyala bavê min li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî pêkanînê bûye. Hêviya serketinê ji bo hemû dilsozên gelê Kurd dixwazim."