Li Îdirê gel li dijî dagirkeriyê meşiya
Li Îdirê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.
Li Îdirê bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek hate lidarxistin.
Li Îdirê li dijî êrîşên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û çeteyên wê SMO’yê ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşek girseyî hat lidar xistin. Girseya gel li ber avahiya Rêxistina Bajêr a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li hev civiya û piştre ber bi Abîdeya Aştiyê ya Mûsa Anter ve meşiya. Di meşa girseyî de dirûşmên mîna "Bijî Berxwedana Rojava" û "Ji şer re na, aştî aniha" hatin berzkirin.
‘DIVÊ STATUYA ROJAVA TAVILÊ BÊ NASKIRIN'
Piştî meşê Parlamenterê Îdirê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Yilmaz Hun axivî û diyar kir ku li aliyek hevdîtin li Îmraliyê çêdibin û li aliyê din polîtîkayên şer berdewam dikin. Hun got, "Di pêvajoyeke ku li Tirkiyeyê hêviyên gel çêbûne de, desthilatdariya AKP-MHP'ê her roj êrîşî Rojava dike û her roj bi dehan mirov tên qetilkirin. Dîsa qayûm tayînê şaredariyên me dike. Her roj gelê Kurd dibin hedefa SÎHA’yan û êrîşên çeteyan. Kurdan di sala 2014'an de DAÎŞ’ê têk bir û li Rojava jiyaneke wekhev ava bû. Ji ber vê yekê hemû cîhan deyndarê gelê Kurd e. Rojava cihekî ku bi têkoşîna hevpar a gelê Kurd û dostên wan hatiye avakirin e. Dema Rojava rastî êrîşan tê û mirov tên qetilkirin ne mimkûn e ku mirov behsa aştiyê bikin. Divê Tirkiye tavilê statuya Rojava nas bike."
Parlamenterê Agirî Heval Bozdag jî wisa got, "Gelên li Rojava li ber xwe didin. Gel ji bo jiyaneke hevpar li ber xwe didin. Mafê kesî nîne ku li hemberî vê yekê îtiraz bike û dagir bike. Hûn nikarin ti gel bê nasname bihêlin. Êrîşa li hemberî bendavê û bombekirina nexweşxaneyan tê çi wateyê? Exlaqê şer jî heye, lê ev yek nayê pêkanîn. Hûn nikarin êrîşî sivîlan û xebatkarên çapemeniyê bikin. Qetilkirina xebatkarên çapemeniyê yên dixwazin rastiyan ragihînin, tê çi wateyê? Em dixwazin ev êrîş tavilê bisekinin û atmosfereke aştiyê bê avakirin."