Gelê Mexmûrê ji bo Rojava meşiya

Li Mexmûrê ji bo şermezarkirin dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û silavkirina berxwedêrên Bendava Tişrînê meşek hat lidarxistin.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Rojava bi tayebet yên li ser Bendava Tişrîn û Pira Qereqozaqê bi meşekî girseyî şermezar kir.

Meşê bi kombûna tevahî xelkê wargehê bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Mexmûrê li ber avahiya Saziya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê destpê kir û heta Parka Şehîd Aryen Cûdî dewam kir.

Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê hatin hilgirtin, her wiha bênavber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedan Rojava’, ‘Bijî Berxwedana Tişrînê’ û ‘Bijî Serok Apo’ hatin qêrîn. Piştî ku meş gihîşt ber Parka Şehîd Aryen Cûdî, li wê derê daxuyaniyek hat dayîn.

Beriya ku daxuyanî were dayîn di kesayeta şehîdên Bendava Tişrînê ji bo tevahî şehîdên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê xelkê wargehê Endamê Tevgera Ciwanan Sîpan Yaman axivî.

Sîpan Yaman berxwedana Bendava Tişrînê silav kir û wiha got: “Wek tê zanîn dijminê ku hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd dide berdewam kirin û di vê sedsalê de bibiryardayînê de bi israrin. Her wiha geşedanên ku di vê demê de jî diqewimin, rasterast didin diyarkirin ku ew bi rê û rêbazên qirêj Kurdan tune bikin. Lê bila bizanibin ku gelê Kurd yê ku xwe bi fikrên Rêbertî gihiştî, ciwanên Kurd yên ku ji bo Rêberê xwe jiyana xwe datînin holê, xwe berpirsyar dîtine.

Piştî hevdîtina bi Rêber Apo re êrîşên li ser Bendava Tişrîn, qadên çiya û tevahaî Kurdistanê zêdetir bûye. Li ruxmê ku dibêjin em dixwazin aştî û biratiyekê pêkbînin, ev rasterast dide diyarkirin ku dixwazin bi gelê Kurd gav paşde bidin avêtin. Gelê Kurd bi têkoşîna xwe, bi saya şehîdên ku di vê oxirê de dane hindek destkeftî bidest xistine. Êrişên ku îro têne kirin, hemû ji bo ji holê rakirina van destkeftiyane. Di vir de ya herî pîroz û birûmet berxwedana ciwanan, jinên ciwan û dayikan ya li ser Bendava Tişrînê ye.”