Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku polîtîkayên sed sal in têne meşandin li ser bingeha tinekirin û asîmîlekirina gelê Kurd hatine avakirin. Şahîn bi bîr xist ku rejîmên Baas ên qetlîamkar û dijberê Kurd tine bûne û destnîşan kir ku divê ji vê yekê ders bê wergirtin.
ÊRÎŞÊN LI SER DESTKETIYÊN KURDAN
Şahîn anî ziman ku siyaseta Tirk a serwer a heyî bi temamî li dijî gelê Kurd tê meşandin û got, "Ji destketiyên gelê Kurd ên li Rojava aciz bûn. Ji ber vê yekê hewl didin bi rêya çeteyên li Sûriyeyê serweriya xwe pêk bînin. Tirkiye ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd ên li Rojava êrîş dike. Ne tenê bi çeteyan her wiha bi balafirên xwe jî êrîş dike. Ev êrîşên ku hiqûqa navneteweyî binpê dikin, bi ti awayî nayên qebûlkirin. Tirkiye bi rêya HTŞ'ê ji bo tinekirina nasnameya Kurdan zextê dike. Ew bi xwe jî baş zanin ku ev yek rast nîne. Dewlet bi xwe zane ku mifteya çareseriyê Birêz Ocalan e."
GELÊ KURD WÊ DEST JI DESTKETIYÊN XWE BERNEDE
Şahîn got, "Sîstema ku Kurdan li Rojava ava kirine ne tenê ji bo Rojava ye lê modelek ji bo tevahiya cîhanê ye" û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir; "Hêzên navneteweyî vê modelê dibînin, dibêjin ku divê Tirkiye bala xwe bide ser vê yekê. Divê Tirkiye êdî bi gelê Kurd re li hev bê. Li cihekî ku aştiyeke bi rûmet nebe wê her tim siyaseta tinekirinê bê meşandin. Me ev yek di nava rejîma Baas a Saddam de dît. Bi israra li ser neçareseriyê re rejîm bi xwe dawiyê li xwe tîne. Me heman tişt li Sûriyeyê jî dît. Divê Tirkiye vê yekê bibîne. Divê zanibe ku gelê Kurd wê bi ti awayî dest ji destketiyên xwe bernede."